Li Hesekê 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

QSD`ê bi tevlêbûna endamên CTG û Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dijî şaneyeke DAÎŞ`ê li gundewarê Hesekê li dar xist û di encama operasyonê de 4 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi tevlêbûna endamên CTG û Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dijî şaneyeke DAÎŞ`ê li gundewarê Hesekê li dar xist. Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî der barê operasyonê de daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat parvekirin: “Hêzên YAT`ê bi tevlêbûna CTG ya Başûrê Kurdistanê û Koalîsyona Navneteweyî, operasyonek li dijî şaneyeke DAÎŞ`ê li Hesekê li dar xist. Şane ji 4 çeteyên DAÎŞ`ê pêk tê ku çek û ceblixane ji şaneyên din re peyda dike.

Yekîneyan û hêzên şirîkê bi ser malên şaneyê yê li bajarokê Megerdeyê yê başûrê Hesekê de girt. Çek û cebilxaneyên pê re desteser kirin û endamên şaneyê girtin.

Bi wan re cekên cihereng, belge hebûn ku têkiliyên wan bi DAÎŞ`ê re îsbat dikin.

Xebatên me bi şirîkên me yên li herêmê re li dijî şaneyên DAÎŞ`ê û ji bo sepandina ewlehiyê li herêmê, berdewam in.”