Cenazeyê şehîd Cemîl Tirbespiyê hate veşartin
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê QSD’ê Cemîl Cûma El Şêx Hindî ku ji ber nexweşiyekê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê veşartin.
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê QSD’ê Cemîl Cûma El Şêx Hindî ku ji ber nexweşiyekê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê veşartin.
Bi sedan şêniyên Tirbespiyê beşdarî merasîma endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), şehîd Cemîl Cuma El Şêx Hindî (Cemîl Tirbespiyê) bûn.
Şehîd Cemîl Tirbespiyê ji ber nexweşiyekê şehîd bûbû.
Merasîma veşartina cenaze li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dugirê hate lidarxistin. Li wir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zek Îbrahîm fedakariya şehîdan pîroz kir û got ku dê heta pêkanîna armancên şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.
Di merasîmê de endamê Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan axivî û got ku dê xaka xwe û gel ji hemû êrîşan biparêzin.
Hevrêyê şehîd Cemîl, ji fermandarên Foca Şehîd Artêş, Şivan Dêrik jî bal kişand ser israra şehîd Cemîl a rahiştina çekê û parastina gel, tevî nexweşiya wî û wiha got: "Şehîd Cemîl ji wan lehengan e ku li dijî êrîşên li ser herêmê sekinî."
Kurê şehîd Cemîl, Ehmed Cemîl El Şêx Hidî jî da zanîn ku ew li ser rêça têkoşîn û berxwedanê ne û got: "Me 4 şehîd dan û di oxira azadî û rûmeta gelê herêmê de em amade ne hîn jî şehîdan bidin."
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd Cemîl Hindî hate kirin.