YPG'ê şehîd Şahîn Cûdî bi bîr anî

YPG'ê Şahîn Cûdî bi bîr anî ku ji bo dermankirinê çûbû Başûrê Kurdistanê, lê di dema vegerê de 30'ê Cotmeha 2018'an de di êrişa artêşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Hevrêyê me Şahîn Cûdî ku di şerê me yê li hember DAIŞ’ê de birîndar bûbû, ji bo dermankirina birîna xwe çûbû Başûrê Kurdistanê. Di vegerê de, di 30’ê Cotmehê 2018’an de, di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de gihîştibû şehadetê.

Bajarê me Kobanê yek ji wan bajarên ku di dîroka me ya berxwedanê de mohra xwe li gavên destpêkê daye ye. Bi malavaniya Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nû ve hate birêxistinkirin û li çar parçeyan belav bû, yekemîn şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê li vî bajarî derketin holê, yekem car meşaleya şoreşa Rojava li Kobanê hat pêxistin û yekemîn şerê berxwedanê yê mezin li dijî dagirkeriyê ye, şoreşa me berdêla mirovahiyê ye. Li ser van rastiyan Kobanê bajarek e ku weke bajarekî biçûk guhertin û veguhertinên mezin tê jiyîn û lehengên gelê Kobanê hêzên pêşeng ên van guhertinên mezin in.

Yek ji lawên leheng ê gelê me yê Kobanê ku pêngaveke nû derxistiye holê hevalê me Şahîn e ku li gundê Til Xezal yê Kobanê ji dayik bûye û mezin bûye. Derdor û hawîrdora ku hevalê Şahîn lê mezin bûye cihekî bi welatparêziya xwe tê naskirin, tevlîbûna wê ya di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelekî xurt e. Bi awayekî xwezayî hevalê Şahîn jî di bin bandora malbat û derdora xwe de maye û xwe bi xwe ava kiriye. Heval Şahîn, dema ku şoreşa Rojava li Kobanê çiruska şoreşê hat pêxistin, bi gelek hevalên xwe re yekemîn car li Helebê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ava kir. Piştî rizgarkirina Kobanê û bajarên din hevalê Şahîn li Kobanê, Minbic û Efrînê xebatên xwe yên bi vî rengî meşandin û li van bajaran di bin banê konfederalîzmê de pêşengî ji xebatên rêxistinkirinê re kir.

Hevalê Şahîn di salên destpêkê de dema ku me xwe weke hêz birêxistin kir, di sala 2012’an de soza girêdana gel û şehîdan da û tevlî nava refên me bû. Di şerê sala 2014’an û şûnde bi awayekî aktîf di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girt û di pevçûnekê de birîndar bû.

Hevalê Şahîn di temenê xwe yê biçûk de bi zehmetiyan re têkoşiya û di ciwaniya xwe de kesayetek kamil ava kir. Tecrûbe û ezmûna xurt a ku bi salan afirandiye, hiştiye ku gelek xebatan bi rehetî pêk bîne. Perwerdeya ku dîtiye di wî de milîtaniyeke mezin afirandiye. Ji ber karakterê ku di xwe de afirandiye, di gelek xebatan de cih girtiye û bi dilsozî bi hemû berhemên xwe re mijûl bûye. Hezkirin û dilsoziya wî ya bi rêhevalên xwe re, helwesta wî ya li hember jiyanê bandorek mezin li ser rêhevalên wî hişt û di derdora xwe de bû hevalekî hezkirî û rêzdar.

Em hevalê xwe Şahîn yê ku em bi hevrêtî û milîtaniya wî serbilind in, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz bi taybetî ji malbata wî ya hêja re dixwazin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Şahîn Cûdî
Nav û Paşnav: Fadil Şahîn
Navê Dayikê: Edûl
Navê Bav: Mehmûd
Cih û Dîroka Şehadetê: Başûrê Kurdistanê, 30 Cotmeh 2018