MSD’ê banga rabûna li ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker kir

MSD’ê banga rabûna li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir ku armanc dike rola Kurdan di çareseriya demokratîk de asteng bike û hewldanên têkoşîna li dijî terorê û hevkariya di navbera Iraq, Sûriye û Koalîsyona Navneteweyê de têk bibe.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi tundî ev êrişa li dijî ewlehiya Iraqê şermezar dikin. Dewleta Tirk bi vê êrişê, peymanên navneteweyî bi awayekî eşkere binpê kir.

AKP`ê ji destpêka ku hat desthilatê, hewl dide peymanên navneteweyî û têkiliyên cîrantiyê bin pê bike. Bi rêbazên ku pê destwerdana kar û barên dewletên cîran dike, gef li vîna gelan û jiyana sivîlan dixwe, azadiya wan a siyasî bin pê dike. Dewleta Tirk bi mîna van êrişan, dixwaze rê li pêşiya veguhastina demokratîk û pêkanîna çareseriya siyasî li Sûiryeyê têk bibe.

Ev êriş li dijî ewlehî û yekitiya Iraqê ye ku şirîkê sereke ya têkoşîna li dijî terorê ye,

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku qada hewayê ya Iraq û Sûriyeyê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigire. Ev kiryara dijminane û hovane şermezar bike ku hewl dide rola Kurdan di çareseriya demokratîk de tune bike.

Ev êriş, hewldanên têkoşîna li dijî terorê, hevkariya di navbera Iraq, Sûriye û Koalîsyona Navneteweyî de di çarçoveya şerê li dijî rêxistina DAÎŞ`ê de asteng dike.”