Li Qamişlo û Kobanê cejnên Biharê hatin pîrozkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Kobanê cejnên Biharê pîroz kir.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo û Kobanê cejnên Biharê pîroz kir.
Bi boneya cejnên biharê (Newroz, Ekîto, Çarşema Sor û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan) Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn du şahî li Qamişlo û Kobanê lidar xistin.
QAMIŞLO
Şahî li Yarîgeha Şehîdên 12′ê Adarê ya li Qamişloyê hate lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan endam û fermandarên nivîsgeh, yekîne û hêzên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê, malbatên şehîdan, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran û Kongra Star amade bûn.
Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Talet Yûnis axivî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û cejnên biharê li wan pîroz kir.
Talet Yûnis kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parastina ewlehiya herêmê û civakê pîroz kir û wiha got: "Soza ku hêzên me di destpêka Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daye ku li dijî hemû êrîş û tevliheviyan bisekinin hîna heta roja îro dewam dike."
Yûnis da zanîn ku wan hêzan bi ruhê fedaî û bê dudilî li dijî hemû êrîşan sekinîn û gelê xwe parastin. Wan îspat kir ku ew parastina gel dikin.
Piştî axaftinê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê bi xelatekê kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Cizîrê pîroz kir.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Sedîqe Osman ku dayika gerîlayê şehîd Bilind e xêrhatina beşdaran kir, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cejna Newrozê li hemû Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir.
Sedîqe spasiya kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji bo parastina ewlehiya herêmê kir û got: "Hêzên me di hemû cejnan de ji bo parastina sazî, gel û zarokên xwe çek hilgirtin. Em spasiya kedên wan dikin."
Piştre komên Botan, Cudî, Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî gotin. Hunermendê Ereb Mueyed Şiwêş jî stranek got.
KOBANÊ
Di heman çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê şahiyek ji endamên xwe re lidar xist.
Bi beşdariya bi sedan endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêmê şahî li Kobanê hate lidarxistin.
Di şahiyê de endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo axivî û wiha got: "Divê gelê me ji bo hêzên me ku parastina wî bi şev û roj dikin, bibe cihê hêzdayîna morale."
Sozdar wiha domand: "Hêzên me di rewşên herî zehmet de xwe îspat kir û heta şehadetê li berxwe da. Ji lew re em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin."
Şahî bi stran û şanoyê bi dawî bû.