Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Îskender

Şêniyên herêma Firatê di merasîma sersaxiyê ya malbata şehîd Îskender de destnîşan kirin ku ew ê heta pêkanîna serketinê rêya şehîdan bişopînin.

Şêniyên herêma Firatê berê xwe da gundê Mexribtên ê navçeya Sirînê ya Kobanê û sersaxî da malbata şehîd Îbrahîm El Birho (Îskender).

Tevî şêniyan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Lihevhatinê ya Sirînê Hecî Mihemed axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan. Mihemed soz da ku heta pêkanîna serkeftinê ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Şervanê QSD`ê Îbrahîm El Birho (Îskender) di 8`ê Nîsanê de dema li ser erka xwe bû, di encama qezayê de şehîd bûbû.