ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî wê li gelek deveran çalakî bêne lidarxistin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya DBP'ê Berîvan Bahçecî anî ziman ku qedexekirina dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' nîşaneya nêzîkatiya dijminatiya desthilatdariyê ya li jinê ye û got, "Jin, Jiyan, Azadî felsefeya jiyanê ye. Em ê li her qadê vê felsefeyê ava bikin."

Nerazîbûn û çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê wê bêne şopandin.

Şervanên Ereb Şervan Agir û Yakûb Fîlîstîn diyar kirin ku PKK 46 sal in bê navber têdikoşe, êrîşên dijmin hemû têk bir û gotin, PKK bi projeya xwe ya neteweya demokratîk bûye hêvî ji gelên Rojhilata Navîn re.

Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê naxwaze Kurd li rojava bibe xwedî gotin, naxwaze Kurd tevlî rêveberiya bajaran bibe.