Ji bo gerîlayê HPG'ê Hogir Qamişlo konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Hogir Qamişlo yê ku di 7’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Qamişloyê ji bo sersaxiyê serdanên girseyî pêk hatin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 8’ê Nîsanê ragihand ku Hogir Qamişlo (Hisên Ehmed) di 7’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê ji bo gerîlayê HPG`ê Hisên Ehmed (Hogir Qamişlo) merasîma sersaxiyê lidar xist.

Konê sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişloyê hat vedan û wêneyên şehîd Hogir Qamişlo û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin kon de hatin daliqandin. 

Tevî malbat, xizm û hevrêyên şehîd Hogir, bi dehan şêniyên bajarok û navçeyên Qamişlo, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Hesen diyar kir ku gel deyndarê gerîlayên HPG/YJA Starê ye û wiha dom kir: “Ji ber ku gerîla bi salan e bi îradeyeke xurt li hember êrîşên hovane li ber xwe didin. Dijmin bi êrîşên li dijî gerîlayan û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dixwaze gel tune bike. Lê bila dijmin bizanibe ku îrade, rêxistin û yekrêziya gel xurt e.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Silêman Osman jî axivî û destnîşan kir ku ew hêza xwe ji şehîdan digirin û got: “Malbatê şehîdan ên ku wêneyên zarokên xwe yên şehîd rakirine, moral û manewiyetê didin gel, şoreş jî bi vê hêzê mezin dibe.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan jî sersaxî ji malbata Şehîd Hogir Qamişlo re xwest û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Zêdan bal kişand ser rola şehîdan di serxistina şoreşan de û got: “Weke ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje, gelê ku şehîd jê re pêşengtiyê bikin, ti carî têk naçe.”

Li ser navê Kongra Star Menîce Heyder jî bal kişand ser têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û wiha axivî: “Gerîla bi vîneke xurt li hemberî dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin da ku gel bi rûmet bijî.”

Piştî axaftinan, wesîqeya Şehîd Hogir hat xwendin û di nava tilîlî û dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” de radestî malbata wî hat kirin.