Ferhad Şamî: Me agahiyên derbarê Mezlûm Ebdî sînordar kir

Berbirsê Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê Ferhad Şamî wiha got ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî heta ku bi awayekî bi ewle gihişt cihê xwe, me agahiyên derbarê êrîşê sînordar kir.

Daxuyaniya berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî wiha ye:

“Di çarçoveya berpirsyariyên ewlehiyê yên asta jor de û girêdayî selameta Fermandariya hêzên me, Navenda Ragihandina QSD’ê agahiyên derbarê êrîşa Tirkiye ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ku dema Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li wir bû pêk hat sînordar kir, heta ku Fermandarê Giştî bi awayekî ewle gihişt heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrîşê de tu ziyanên canî çênebû. Derbarê hurguliyên êrîşê de dê hêzên me di dema pêş de wê daxuyaniyeke berfireh belav bike.”