Li Îdlib û derdora wê sewqiyata leşkerî

Konvoyên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker derbasî baregehên li Îdlib û derdora wê bûn.

SEWQIYATA LEŞKERÎ YA DEWLETA TIRK

Konvoyeke leşkerî ya dewleta Tirk ji derîyê sînor ê Eyn Beydayê, li ser rêya M4’ê ya li rojavayê Îdlibê derbasî baregehên li Sehîl El Xabê bû. Hate zanîn ku konvoy ji 20 wesayitan pêk tê û di nav de techîzatên leşkerî, alavên alikariya lojîstîk, ekîpmanên tenduristiyê û leşker hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk ber bi baregehên leşkerî yên li Îdlibê ve sewqiyateke leşkerî pêk anîye. SOHR’ê da zanîn ku ev sewqîyata ku ji derîyê sînor ê Bab El Hewayê derbasbûyî, ji zêdetirî 75 wesayitên leşkerî, tang û alavên lojîstîk û leşkerî pêk tê. Dewleta Tirk bi nêzîkbûna civîna Astanayê re şandina sewqiyatê didomîne.

SOHR’ê ragihand ku di nava 24 saetan de 2 sewqiyatên leşkerî yên dagirkeran ji deriyê sînor ê Bab El Hewa yê di navbera Îdlib û Bakurê Kurdistanê de derbasî Sûriyeyê bûye û got: “Hêzên Tirk konvoyeke leşkerî ya ji 15 barhilgirên çekan, leşkeran û wesayîtên endamên MÎT’a Tirk pêk tê,  ber bi nuqteyên artêşa Tirk ên li bajarê Etaribê û derdora wê yên gundewarên rojavayê Helebê ve bi rê ket.”

SOHR’ê diyar kir ku armanca ji van sewqiyatan bihêzkirina nuqteyên artêşa Tirk e. Li gel van tevgerên artêşa Tirk a dagirker êrîşên hêzên hikûmeta Şamê yên li ser “herêma bêçek" yanî Îdlibê û hewldanên pêkanîna diyalogan a di navbera Şam û Enqereyê de berdewam dikin.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî çend rojan beriya niha ragihandibû ku ew bibiryar in ku di demeke nêzîk de Rûsya, Tirkiye, Şam û Îran li Astanayê civîneke din li dar bixin û li ser nêzîkbûna Enqere û Şamê gotûbêj bikin.