Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anî

Meclîsa Kongra Star şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal bi bîr anî û biryardariya ji bo mezinkirina berxwedanê nîşan da.

Meclisa Kongra Star bi boneya salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di desptêka daxuyaniyê de îşaret bi siyasetên qirkirin û tunekirinê yên li ser gelê Kurd têne meşandin hate kirin û hate gotin "Bi sedên salan gelê Kurd li hemberî siyasetên tunekirin û qirkirinê li ber xwe dide û tê dikoşe. Di serî de dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên şer û bi çekên qedexekirî êrişî çiyayên azad dike. Li hêleke din kesên ku pêşengtiya xeta azadî û demokrasiyê dike digirin û di girtîgehan de jî hemû rêbazên îşkence û tundiyê li dijî wan pêk tîne. Ev hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê  di bin çavdêriya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan de têne kirin, bêyî ku tu bertekî nîşan bidin. Lewma careke din îradeya jina azad  derket pêş ku dikare li hember çi hêzê be û serkeftinê bi dest bixe."

Di daxuyaniyê de çalakiya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li dijî dagirkeran pêk anîbû hat bi bîrxistin û wiha hat domandin " Çawa şehîd Zîlan li hemberî komploya li ser Rêbertî û gelê Kurd hatibû plankirin çalakiya fedaî li dar xist, komplo vala derxist, dewleta Tirk a faşîst matmayî û bê bawerî hişt, careke din du kulîlkên Kurdistanê, du jinên leheng Sara Goyî û Rûken Zelal ku li ser fikrê jina azad û fedekar hatibûn perwerdekirin li dijî siyaseta dewleta faşîs çalakiya xwe ya fedaî kirin. Çalakî 26’ê Îlona 2022’an bi awayekî plankirî û bi rêkûpêk li hemberî navenda polîsan a li navçeya Mezîtê ya Mersînê yê li Tirkiyê kirin bê yî ku zirar bighêje sivîlan  pêk hat. Armanca çalakiyê ew bû xwe bighînin hêzên tora istxbaratên dijmin û bi rengekî sekeftî gihiştin armanca xwe . Ev çalakî bersiva kiryarên dewleta Tirkî faşîst a ku dixwaze bi rêya pişaftina ziman, çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd, Kurdan ji kokê ve rake û tune bike û nirxên ku nû ve hatine vejînkirin ji holê rake. Ev çalakiya ku bi destên van jinên berxwedêr hatî kirin hişt ku faşîzma AKP-MHP di şewqê de bimîne. AKP-MHP hewl dan encam û bandora vê çalakiyê veşêrin, her wiha xwest bi rêbazekî qirêj gelê Rojava bi vê çalakiyê tawanbar bike, lê ev plana wê jî vala derket."

Di daxuyaniyê de şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal hatin bi bîranîn û ev tişt hat gotin: "Bi pêşengiya Sara Tolhildan û Rûken Zelal jinên qehreman destan nivîsandin. Neviyên Îştar YJA Star îro li çiyayên azad bi dehan lehengên mîna Zîlan, Sara û Rûken ava dikin da ku li hember dijminên jin û mirovahiyê têkoşîn heya ku ev zihniyeta netewperest û zayendperest bê guhertin. Em jî wekî rêxistina jin li Rojavayê Kurdistanê dê her tim xeta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin û azadiya Rêber Apo û azadiya hemû jinan û civakan misoger bikin."