Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Bozî û Ebdo Îsa li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Bozî û Ebdo Îsa yên 25`ê Îlonê di berxwedana li hember êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî Kantona Minbicê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

MERASÎMA ŞEHÎDAN

Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Bozî û Ebdo Îsa yên 25`ê Îlonê di berxwedana li hember êrîşên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî Kantona Minbicê de şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin. Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên saziyên sivîl, leşkeri û siyasetmedar tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîdan hatin hildan û timî dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Di merasîmê de ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Elî axivî û got: "Şehîdan soza ku daye, anî cih. Di oxira gel û welat de giyanê xwe feda kirin. Divê em jî destkeftiyên ku wan bi dest xistine, biparêzin. Di berdewamkirina şoreşê rêya wê ya rast de û şopandina rêya şehîdan, ev gava herî girîn e."

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Her wiha malbatên şehîdan soz dan ku rêya têkoşînê berdewam bikin.

Di dawiya merasîmê de girseyê cenazeyên her du şehîdan di nava tilîliyan de veşartin.