BI DÎMEN

Ji bo ciwanên nexweş pêşengeha tabloyan hat vekirin

Koma Orkîd a wênesaziyê ya Qamişloyê pêşangehek vekir û destnîşan kir ku hemû pereyên ji pêşangehê bên qezenckirin wê ji bo ciwanên bi nexweşiya elasîmya, penceşêrê û li zarokên şehîdan were belavkirin.

Koma Orkîd a wênesaziyê li hola Nûbelai ya bajarê Qamişloyê pêşengeha tabloyan a bi navê ”Çîroka serkeftinê” vekir. Hunermend, rewşenbîr, gelek welatî û ciwan beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşengehê de 130 tabloyên li ser xweza û jin ku bi destê 100 wênesazan ve hatine xêz kirin hatin pêşandan. Di pêşengehê de sînevizyona li ser kar û xebatên salekê ya Koma Orkîd hatibû amadekirin hat pêşandan. Piştre yek ji avakarê Koma Orkîd Samir Kalê û Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî axivîn.

Hat diyarkirin ku hemû pereyên ku ji van tabloyan were qezenckirin wê ji bo ciwanên bi nexweşiya elasîmya, penceşêrê ne û li zarokên şehîdan were belavkirin. Piştre Samir Kalê xelat da sê şagirtên komê.

Di dawî de jî deriyê pêşengihê hat vekirin û gel bi kêfxweşî li tabloyan tameşe kirin.