Dewleta Tirk zarokek birîndar kir û kesek revand

Dewleta Tirk a dagirker, li Idlibê gule reşand kampekê û zarokek birîndar kir. Her wiha li Efrînê jî kesek revand.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand leşkerên Tirk ên li ser sînor gule li zarokek li kampên gundê Zof ê rojavayê Idlibê reşand û birîndar kir. SOHR, diyar kir ku zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve leşkerên Tirk ên li ser sînor 14 sivîl qetil kirine û 2 jê zarok 29 sivîl birîndar kirin.

Li Efrînê jî ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, li gorî çavkaniyan çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh (26 Îlon) welatiyê bi navê Rêzan Mihemed Nûrî (49) revand.

Çavkaniyan, diyar kir ku Rêzan Mihemed Nûrî ji bajarê Mabata ye, ji mala xwe ya li kolana Kwafêrat a nêzî nexweşxenaya Cîhan a li bajarê Efrînê hat revandin.

REJÎMA TEROR Û ÇETEYAN HAT AVAKIRIN

Dewleta Tirk rejîmeke terorê li Efrîna dagirkirî ava kiriye û her roj mirovên sivîl direvîne û li dijî wan pêkanînên dijmirovî dike. Derbarê sedema revandina sivîlan de daxuyaniyek nayê dayîn û gelek caran ji bo berdana sivîlan fîde ji malbatên wan tê xwestin. Rejîma çete dest datîne ser mal û milkên gel, dest datîne ser debara wan a bingehîn an jî talan dike. Piraniya Kurdên li Efrînê dijiyan bi zorê hatin koçberkirin. Di çarçoveya guhertina etnîkî de li herêmê malbatê çeteyan û penaberên ji welatên din hatine bicih kirin. Bi vê armancê hejmareke zêde kolonî hatin avakirin.