Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrîşeke şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de di navbera Hol û Şedadê de, 3 endamên wan şehîd bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di êrîşeke şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de di navbera Hol û Şedadê de, 3 endamên wan şehîd bûn.
Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşeke şaneyên çeteyên DAÎŞ'ê de duh (26'ê Îlonê) 3 endamên wan şehîd bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşê de berpirsê hêzên operesyonan Merwan Oso û herdu endam Omran El Hesûnî û Omer Abêd li ser rêya Hol - Şedadê şehîd bû.
Nasnameyên şehîd wiha ne:
Nav û paşnav: Omer Abêd
Navê Bav: Elî
Navê Dayikê: Coze
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: El-Zeydaniye, 1-1-1995
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hol, 1-8-2021
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024
Nav û paşnav: Omran El Hesûnî
Navê Bav: Kesar
Navê Dayikê: Hemîde
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1-12-1997
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Şedadî, 3-11-2021
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024
Nav û paşnav: Merwan Oso
Navê Bav: Evbul Ezîz
Navê Dayikê: Şêxa
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Xezne, 25-1-2002
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê, 3-2-2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol 26-9-2024-