YPG'ê bîlançoya êrîşan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, bîlançoya 5 rojên dawî ya êrîşên artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê, eşekre kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"18'ê Tîrmeha 2017'an, artêşa Tirk û çeteyên wê, bi topên obusê û hawanan êrîşeke dijwar li ser Eyn Deqnê, Minix û Belûniyê pêk anîn û agir berdan zeviyên gundiyan. Di encama vê topbarana dijwar de şervanekî Erka Xweparastinê bi mêrxasî li ber xwe da û şehîd bû. Her wiha çeteyan bi çekên doçka û topên hawanê êrîşî Maranez, El Qamiyê, Malikiyê û Baradê Malikiyê kirin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi çekên katyuşa êrîşî eniya Qestelê û bi topên hawanê êrîşî eniya Başemrê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin. Di heman rojê de çeteyan bi çekên doçka êrîşî eniya Girê Şehîd Şîlan, Girê Îska û Girê Şehîd Ednan kirin.

19'ê Tîrmeha 2017'an, çeteyan bi topên hawanê êrîşî gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û Girê Baz, Girê Îska û Girê Barîn ên navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin. Her wiha bi roketên B7 êrîşî Girê Berfîn ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê û bi çekên doçka û topên hawanê jî êrîşî Eyn Deqnê kirin.

20'ê Tîrmeha 2017'an  çeteyan bi guleyên tangê êrîşî Maranezê kirin. Dîsa bi topên hawanê êrîşî Başemrê û Basûfanê yên girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa û Girê Baz û Girê Barîn ên girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê kirin. Ji aliyê din ve hêzên me bi çekên doçka li çeteyên ku li eniya Girê Şehît Şîlan amadekariya êrîşê dikirin xistin. Lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

21'ê Tîrmeha 2017'an, hêzên me bi topên hawanê li çeteyên ku li eniya Girê Qestelê di nava amadekariya êrîşeke berfireh de bûn dan û di encamê de çeteyek hat kuştin. Tê payin ku kuştî û birîndarên çeteyan hîn zêdetir in, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

22'ê Tîrmeha 2017'an artêşa Tirk û çeteyên wê bi topên hawan, obûs, katyûşa û guleyên tangê herêma Eyn Deqnê bombebaran kirin. Her wiha bi topên hawanê êrîşî Maranezê û Basûfanê kirin. Ji aliyê din ve hêzên me li herêma Eyn Deqnê termê çeteyekî ku li nav zeviyan mabû girtin bin qontrolê û bi vî termê re hêjmara termê çeteyan yên ku di destê hêzên me de ne derket 10'an.

Di encama tevahiya êrîşan de zerareke madî gihiştî mal û zeviyên sivîlan û jiyana sivîlan dikeve xeteriyê."