Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 şervanên xwe yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, ragihand.
Daxuyaniya YPG'ê wiha destpê dike: "Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya ku bi armanca paqijkirina bajêr ya ji çeteyan, bi pêşengtiya hêzên YPG û YPJ’ê hate destpêkirin, bi hemû dijwariya xwe didome. Di bajêr de ku ji her çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin şer û pevçûn her roja ku diçe girantir dibin.
Operasyona Reqa, ji ber ku niştecîhên herêmê ji alî DAIŞ'ê ve weke mertalên zindî tên girtin û ji bo ewlehiya wan nekeve xeteriyê, bi baldarî û hessasiyeteke pirr mezin dimeşe. Şervan li çar aliyên bajêr, ji bo xelaskirina van sîvîlan di nav hewldanan de ne û heya niha gelek ji van kesan di encama berxwedana rêhevalên di nav vî şerî de, hatin rizgar kirin.
‘’EM Ê TÊKOŞÎNA HEVRÊ ŞEVÎN BIDOMÎNIN’’
Di navbera dîrokên 17 û 19’ên Tîrmeh'ê, li vê derê komek hevrêyên me, dema dixwestin sîvîlan ji nav pevçûnê xelas bikin şehîd bûn.
Yek ji van hevalan hevrê Şevîn Cûdî, ji yekem çirûskên şoreşê yên ku li Rojava pêketin û şûn de, di nav refên azadiyê de cîhê xwe girt û di jiyana xwe ya têkoşînê de li gelek deveran berpirsiyartî girt. Hevrê Şevîn, di şerê li dijî faşîzm û paşverûtiyê ya herêmî de nûnereke xurt ya pêşengtiya jinê bû. Bi vê zanebûn û hişmendiyê pîvanên kesayeta jina fermandar ya Apoger di şexsê xwe de ava kiribû. Rêhevaleke ku karibû bi van taybetmendiyên xwe, her devereke lê dima wate û bilindahî lê zêde dikir, pêş dixist û ji ber vê jî her cîheke ku jê derbas dibû şopa xwe hişt. Herî dawî jî li Reqqa di asta fermandarî de di vî şerê giran de berpirsiyartî girt û di nav rêveberiya eniya Reqqa de cihê xwe girt. Di rêveçûna serkeftî ya operasyonê û di derban de ku çeteyan xwarin xwedî roleke girîng bû. Ji bo rizgarkirina jin, zarok û bi taybet jinên Êzidî yên ku di bin esareta DAIŞ’ê de ne xwedî hewldaneke mezin bû û van hewldanên xwe heya kêliya dawî jî domand.
Em parastin û pêşxistina van destkeftiyên ku hevrê Şevîn bi ked, fedakarî û azweriya xwe gelek tiştan lê zêde kir, weke erkekî şoreşgerî dibînin û em soz didin ku em ê têkoşîna wê ji cîhê ku wê hiştiye bidomînin; xeyalên wê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em YPG û YPJ di şexsê van hevalên ku şehîd ketin de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minnet bibîrtînin; soza xwe ya girêdayîbûna bi rêya wan re em dubare dikin. Şehîdên me hêza têkoşîn û rêberên jiyana me ne.’’
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Şevîn Cûdî
Nav û Paşnav: Kamîle Demir
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Elî
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 18 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Amed Dêrezor
Nav û Paşnav: Ibrahîm El Elî
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Mihemed El Elî
Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrezor
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Mazlum Hesekê
Nav û Paşnav: Hesen Elî El Beya
Navê Dayikê: Kefa
Navê Bav: Tirkî
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Malha / 20 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: El Şeris
Nav û Paşnav: Eyid El Ebid
Navê Dayikê: Suriya
Navê Bav: Qasim
Cihê Ji Dayikbûnê: El Metab
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17 Tîrmeh 2017
***
Nasnav: Xalid Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Xalid Xelef
Navê Dayikê: Hedla
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 19 Tîrmeh 2017