Li Rojava Akademiya Tipê ya Mezopotamyayê vebû

Li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê,  yekemîn Akademiya Tipê vebû. Ev akademî wê di mijara tenduristiya civakê de bixebite.

Doktor Hamît Tekîn ê li Akademiya Tipê ya Mezopotamyayê wezîfedar e, diyar kir ku li akademiyê wê hem perwerdeyên pratîkî hem jî yên teorîk bên dayin û got, "Em dixwazin, agahiya li ser tenduristiyê ku ji civakê hatiye dizîn, bidin civakê."

Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, Akademiya Tipê ya Mezopotamyayê vebû. Ji bo li Akademiya Tipê ya Mezopotamyayê perwerdeyê bibînin, ji her sê kantonan gelek serlêdan tên kirin.

Doktor Hamît Tekîn, li ser perwerde û karê li vê akademiyê agahî da ajansa me.

Doktor Tekîn diyar kir, Akademiya Tipê ya Mezopotamyayê yekemcar e li Rojava vedibe û got, "Akademiya tenduristiyê ya hatiye vekirin li Rojava û gelemperiya Sûriyeyê karekî nû ye. Li Akademiya Tenduristiyê ya Mezopotamyayê em dixwazin ewilî hemşîreyan perwerde bikin. Piştî perwerdeyên hemşîreyan, wê 3 salan perwerdeya tipê ya ji bo şeş mehan bê destpêkirin. Akademiya Tipê wê bernameya xwe ya dersan hê berfireh bike û giraniyê bide perwerdeya teorî û pratîkê."

NE EZMÛN, WÊ GIRANÎ JI PRATÎKÊ RE BÊ DAYIN

Tekîn da zanîn, ew ê xwendekarên li akademiyê li du qadan perwerde bikin û wiha dewam kir: "Em xwendekarên akademiyê li du beşan perwerde dikin. Ya yekemîn, teşxîskirin û tedawîkirina nexweşiyê. Lê armanca me ya bingehîn ew e ku tiştên rê li ber nexweşiyan vedikin, ji holê rakin. Ji bo vê jî jiholêrakirina qirêjkirina hawirdorê, xwarina bi rêbazeke rast û psîkolojiya mirovan, me weke karê sereke danîne pêşiya xwe. Di vî warî de em ê perwerdeyeke bi du alî pêk bînin. Di sîstema xwe ya perwerdeyê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkek li nava civakê, em ê bi komunên gund û taxan re bikevin hava lêgerîna li çareseriyê. Em ê hewl bidin pirsgirêkan ji çavkaniya wan çareser bikin."

Tekîn bibîr xist, ku li Rojava nexweşiya şekir gelekî zêde ye û got, "Ji nexweşiya zêdetir em ê sedemên van nexweşiyan eşkere bikin. Armanca me ew e, ku hem personelên tenduristiyê yên amator amade bikin, hem jî bersivê bidin pêdiviyên gelê Rojava. Ev pîvana me ya bingehîn e. Wekî din, berî ku nexweşî rû bide, em ê hemû faktorên rê li ber vedikin lêkolîn bikin û li gorî vê yekê sîstemeke jiyana civakî ya bi tenduristiyeke baş esas bigirin."

KARÊ HERÎ BERFIREH LI KOBANÊ YE

Doktor Tekîn anî ziman, ku di vî warî de karê herî berfireh ê tenduristiyê li Kobanê hatiye birêxistinkirin û wiha dewam kir: "Tevî nexweşxaneya me ya li Kobanê, her wiha Nexweşxaneya Jidayikbûnê û Jinan û Nexweşxaneya Zarokan li Kobanê hene. Ji ber ku li van nexweşxaneyan personel kêm in, me ewilî dest bi perwerdekirina hemşîeyan kirin. Hevalên me yên li Nexweşxaneya li Kobanê kar dikin, li eniya şer xizmeta tenduristiyê ij şervanên YPG û YPJ'ê re dikin. Yên di vê dewreyê de perwerdeyê dibînin wê hem li eniyê ji birîndaran re bibin alîkar, hem jî di servîsên pêwîst ên nexweşxaneyê de cih bigirin. Bi van dewreyên perwerdeyê re em dikarin hevalên ku karibin li hemû beşan bixebitin amade bikin."

SÎSTEMÊN WELATÊN CUDA HATIN LÊKOLÎNKIRIN

Tekîn da zanîn, ku di amadekirina bernameya perwerdeyê de wan tecrûbeyên gelek welatan lêkolîn kirine û anî ziman, ku ew sîstemên tenduristiyê yên li Kuba, Venezûela, Çîn û Rûsyayê mînak digirin. Tekîn got, "Em ê bi modela ku di encama vê lêkolînê de hate amadekirin, perwerdeyê bidin. Yekane cudahiya sîstema me ya perwerdeyê, rakirina sîstema ezmûnê ye."

Tekîn diyar kir, bi rakirina sîstema ezmûnê re wan tespît kirine ku nêzîkatiyeke xemsariyê derketiye holê û ji bo vê xemsariyê ji holê rakin, wan giranî dane pêkanînên li qada pratîkî. Tekîn anî ziman, ku dema perwerdeyê ji bo wan ne girîng e, ya girîng ew e ku xwendekaran perwerde pejirandine û xistine meriyetê. Tekîn got, "Xwendekarên ku xwe têr dibînin, piştî ku akademî û hîndekarên me îqna dibin, perwerdeya wan diqede. Li şûna hekîmiyê, em personelên tenduristiyê yên amator esas digirin."

AGAHIYA TENDURISTIYÊ YA JI CIVAKÊ HATIYE DIZÎN, RADESTÎ CIVAKÊ TÊ KIRIN

Doktor Tekîn destnîşan kir, ku agahiya tenduristiyê ya ji civakê hatiye dizîn, divê radestî civakê were kirin û got, "Em ê agahiya tenduristiyê ji nû ve radestî civakê bikin û vê yekê ji nû ve bikin çandekê. Di vî warî de em ê bixebitin. Lê belê li Rojava em ê giraniyê bidin ser hin qadên ku pêwîstiyeke lezgîn bi wan heye. Em ê giraniyê bidin cerahiya dil û reh, cerahiya plastîk û cerahiya mîkro."