Cenazeyên  3 şehîdên 'Cenga Mezin' hatin veşartin

Li Efrîn û Sirînê cenazeyê 3 şehîdên 'Cenga Mezin' a rizgarkirina Reqayê ji aliyê sedan kesan ve bi merasîman hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê Şervanê Hêzên Şoreşger Fadî Hoc Qasim (Bekar) yê di 17'ê Tîrmehê de di Pênava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû li Goristana Şehîd Refîq a Gundê Metînaya ya navçeya Şera ya Efrînê veşartin. Bi sedan welatiyên  bajarokê Sirîn a girêdayî Kobanê jî cenazeyên şervanên QSDʹê Macid Ebû El-Sedî (Ebû Sedî) û Yûsif El-Mehmûd (Yûsif) ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê  de şehîd bûne, bi merasîmekê veşartin.

EFRÎN

Girseya gel cenazeyê şervanê Hêzên Şoreşger Fadî Hec Qasim ji nexweşxaneya Avrîn a Efrînê wergirtin û bi karwanek wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq ve ketin rê.

Li rêya ketina goristanê girseya gel ku bê navber diruşme qîriyan û cenazeyê şehîd Fadî Hec Qasim li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtina leşkerî hate destpêkirin, piştre Endamê Fermandariya Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Îdlib, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêmên Şehbayê Fatma El-Hesen, her wiha Hevserokê Mudîriyeta Veguhestinê Elî Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de berxwedana şehîdan û tekoşîna wan a ji bo rizgarkirina herêmê de anîn ziman û gotin ku hêzên şoreşger piştî beşek ji herêmên Şehbayê ji çeteyên DAIŞʹê rizgarkirin, niha jî li kêleka şervanên QSDʹê Reqa ji çeteyan rizgar dikin.

Di axaftinan de hate bibîrxistin ku gelê herêmê bi hemû beşên xwe yekîtiya xwe bi hêz kirine û gotin ku xwîna Kurd, Ereb û neteweyên din jî bi hev re di şerê li dijî terorê dikeve nav hev.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd  hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê Şehîd Bekar bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.

 

KOBANÊ

Girseya gel cenazeyên şervanên QSDʹê Macid Ebû El-Sedî (Ebû Sedî) û Yûsif El-Mehmûd (Yûsif) ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajaroka Sirînê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan  ber bi gundê El-Cirniye ya başûrê bajarokê Sirînê ve ketin rê.

Dema girseya gel gihiştin goristanê li goristanê merasîm hate lidarxistin. Destpêka merasîmê şervananên Erka Xweparstinê rêzgirtina leşkerî lidarxistin. Piştre li ser navê TEV-DEM Ebulrehman Demir  û li ser navê QSDʹê Ezîz Ereb axivîn.

Endamê Fermandariya QSDʹê Ezîz Ereb bi bîr xist ku destkeftiyên  li herêmê hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan pêk hatiye.

Ereb bang li hemû gelên herêmê kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û piştigriya hemû şervanan bikin ên ku herêmê ji destê çeteyan rizgar dikin.

Di berdewama merasîmê de Endamê Rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk Ebulrehman Demir jî axivî û got: ʺBerxwedan û qurbaniya ku şervanên QSDʹê dikin wê vala neçe. Şervan bi hemû hêza xwe li dijî çeteyan şer dikin û herêmê rizgar dikin. Em jî soz didin ku em ê heta dawî şopdarên şehîd û şervanên xwe bin.ʺ

Piştre nasnameyên şervanan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.