228 şervanên din  tevlî QSD`ê bûn

Li Akademiya Şehîd Ezîz a Girê Spî, 228 şervanan dewreya xwe ya perwerdeyê bidawîkirin  û bi merasîmekê tevlî QSD`ê bûn.

Akademiya Şehîd Ezîz dewreya perwerdya ku bi navê Şehîd  Nebî Mihemed Şêxo (Çiya Kobanê) ê ku di pêngava  rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibû, bi tevlîbûna 228 şervanan, bi dawî kir.

Dewreya ku mehekê berdewam kir, şervanan dersên leşkerî li ber destê pisporên QSD û Koalîsyona Navneteweyî, dîtin.

Merasîma bidawîkirina dewreya perwredê, bi beşdariya Rêveberê Buroya Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Şêx Mihemed Şihadê, Fermandarê QSD`ê Sabir Dêrik û çend fermandar  û şervanên QSD`ê pêk hat.

Merasîmeke eşkerî ji aliyê şervanan ve hat lidarxistin. Piştre  Şêx Mihemed Şihadê axivî û bi dawîbûna dewreyê li şervanan pîroz kir.

Piştî axaftinê, şervanan sond xwarin û tevlî QSD`ê bûn.

Merasîm bi gerandina govendê ji aliyê şervanan ve bi dawî bû.