Şervan bi pêş ve diçin: 2 kîlometre ma ku enî bigihêjin hev

Di Pêngava Azadkirina Reqayê de şervan bi pêş ve diçin. 2 kîlometre ma ku enî bigihêjin hev.

Şervanên QSD`ê di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê de gundê Kesrêt Efan ê başûrê Reqayê û li ser çemê Firatê ye ji çeteyan rizgar kirin. Piştî rizgarkirina gundê Kesret Efan çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê ji çar aliyan ve ketin çembera şervanan.

2 kîlometre maye ku baskê pêngavê yên rojhilat û rojava bigihêjin hev. Bi vê yekê re serweriya QSD`ê li herdu aliyên çemê Firatê çêdibe.

Pêre jî cihê herî nêzî yê çeteyên li ser çemê Firatê ji bajarê Reqayê re dibe gundê Dehlê yê 16 kîlometr dikeve başûrê rojhilatê Reqayê. Heger ev yek pêk hat, wê çember li çeteyan hîn tengtir bibe.

Endamê Fermandariya YPG`ê Ibrahîm Ebdo da zanîn ku heger herdu bask gihiştin hev, wê çeteyên DAIŞ`ê bikevin nava çembereke tengtir û tenê cihên ku berê jê re digotin çargoşeya ewlekariyê di destê çeteyên DAIŞ`ê de dimîne.

Lê yek ji kelemên sereke li pêşberî pêşketina şervanan ev e ku çete sivîlan ji xwe re dikin mertal. Di nava van rojan de tenê ji taxa Hîşam Bin Ebdulmelêk zêdeyî 200 sivîl ji aliyê şervanên QSDʹê ve hatin rizgarkirin.