Li Şehbayê darbe giran li artêşa Tirk û çeteyên wê ket

Hêzên Şoreşger derbeke giran li artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve xist ku dixwestin êrîş bi ser Şehbayê de bînin.

Hêzên Şoreşger bersiva topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehbayê dan. Di encamê de artêşa dagirker û çeteyên wê derbeyên giran xwarin.

Li Şehbayê çeteyên dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê şeva din di saet 21:00 `an de gundên Simqo, Qol Sirûc, Şêx Îsa, Herbel, Til Medîq û Heseya yên Şehbayê topebaran kirin. Bi dehan topên hawan û roketên topavêj, li gundên rizgarkirî yên navborî ketin.

Şervanên Hêzên Şoreşger yekser bersiva êrîşan dan û li herêmê şer derket. Di encamê de, şervanan derbeyên giran  li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin.  Lê derbarê hejmara kuştiyên wan de tu agahî nehatin bidestxistin.

Topbaran ta saetên sibehê dewam kir.