Robert Jones: Koalîsyona Navnetewî wê piştgiriyê bide Meclîsa Sivîl a Reqayê

Cîgirê Fermandarê Hêzên Koalîsyoan Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê Robert Jones ragihand ku wê Koalîsyona Navnetewî ji aliyê siyasî û xizmetguzariyê ve piştgiriyê bide Meclîsa Sivîl a Reqayê.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Koalisyonê ya li Dijî DAIŞ`ê Robert Jones, di civîna çapemeniyê ya li navenda Meclîsa Sivîl a Reqayê de axivî û ragihand ku wê piştgiriyê bidin Meclîsa Sivîl a Reqayê.

Jones, destnîşan kir ku piştgirî û destekdayîna Meclîsa Sivîl a Reqayê girîng e. Her wiha diyar kir ku armanca serdanê ya Navenda Meclîsa Sivîl a Reqayê ew e ku 73`ê dewletên ku cihên xwe di Koalîsyona Navnetewî de digirin, di piştgiriya Meclîsa Sivîl a Reqa û pêşkêşkirina destê alîkariyê de  cidî ne

Robert Jones da xuyakirin ew ê ji bo avakirina Reqayê û alîkariya koçberan, destekê bidin. Jones her wiha diyar kir ku Koalîsyona Navnetewî wê ji aliyê siyasî ve jî destekê bide Meclîsa Sivîl a Reqayê.

Cîgirê fermandarê Hêzên Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ`ê yê li Sûriyê de Robert Jones, di serdana xwe ya yekemîn de ya bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re, 3 civîn lidar xistin. Civîna yekemîn bi Komîteya Perwerde,  ya duyemîn Komîteya Alîkariyan re û ya sêyem jî bi Hevserokatiya Meclîsê re bûn.

Di çarçoveya civînan de, rewşên giştî yên meclîsê hatin nîqaşkirin û li ser girîngiya rêxistinkirina karûbarên xwendinê ya bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê, nirxandin hatin kirin. Her wiha li ser rêbazên pêşkêşkirina alîkariyan ji koçberan re, nîqaş hatin kirin.

Endamê têkliyên Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş, ji ANHA`yê re axivî û diyar kir Hêzên Koalîsyona Navnetewî wê desteka siyasî û xizmetguzariyê bide Meclîsa Sivîl a Reqayê.

Elûş her wiha diyar kir ku Robert Jones di çarçoveya civînê de diyar kir ku 73`ê dewletên Koalîsyona Navnetewî wê piştgiriyê  bidin Meclîsa Sivîl a Reqa û got ku di nerîna cîhanê de girîngiyeke Meclîsa Sivîl a Reqayê heye. Elûş diyar kir ku encamên civinê bi erênî bûn.