Berdevkê YPG’ê Mehmûd: Bila ti kes ji çapemeniya Tirk bawer neke

Berdevkê YPG’ê Mehmûd got: “Çapemeniya Tirk şerê taybet birêve dibe. Berxwedana û îtifaqa me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ya li gel hêzên Koalîsyonê û DYA’yê wê bidome.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, têkildarî nûçeyên bê bingeh û derew ên çapemeniya Tirkiyeyê daxuyaniyek da ANF’ê.

Mehmûd ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk dixwaze hêzên me yên YPG’ê reş bike û mutefîkiya me ya li gel hêzên DYA’yê û berxwedana me ya li dijî terora DAIŞ’ê asteng bike. Di nava hefteyên dawî de çapemeniya Tirk, dixwazin têkoşîna me ya li gel hêzên Koalîsyonê û DYA’yê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê sabote bike. Çapemeniya Tirk dijminahiya xwe ya li hember YPG’ê û hevkariya xwe ya li gel çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê dide nîşandan. Gelên Sûriyeyê û şoreşa Sûriyeyê dike hedef. Hêzên YPG’ê hinced dide nîşandan, komên çeteyên li Sûriyeyê dixwaze meşrû bike. Çapemeniya Tirkiyeyê li pey wê ye ku şoreşa Sûriye têki bibe.”

‘GUHERTINA NAV NÎNE’

Mehmûd destnîşan kir ku çapemeniya Tirk nûçeyên şaş û derew parve dikin û wiha pêde çû: “Hêzên YPG’ê ne pêkhateyeke ku tenê nav guhertibe. Divê ti kes ji nûçeyên çapemeniya Tirk a bê bingeh û derew bawer neke.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bal kişand ku dewleta Tirk û çapemeniya wê, timî dixwaze dagirkirinê meşrû bike û şer gur bike û têkildarî pêngava Reqayê jî wiha got: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî terora DAIŞ’ê li her derê şer dike û berxwedana wê dewam dike.”