Sê şehîd li El-Keramayê hatin veşartin
Sê şervanên YPG'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li gundê Cedîd Xabûr ê bajarokê El-Keramayê hatin veşartin.
Sê şervanên YPG'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li gundê Cedîd Xabûr ê bajarokê El-Keramayê hatin veşartin.
Bi dehan welatiyên bajarokê El-Keramayê, cenazeyên têkoşer Hesen Xidir, Hisên Elî (Ebû Ferîd) û Îd El-Ebd (El-Şeris), ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên şehîdan û gulan hatibû xemilandin, berê xwe dan Goristana Şehîd Sîfedar û Memo ya li gundê Cedîd Xabûrê.
Şervanên YPG'ê li goristanê merasîmeke leşkerî pêka nîn. Piştre ji fermandarên YPG'ê Ardîlan Hesekê axivî û da zanîn ku ev cangorîa yên doza biratiya gelan û neteweyaa demokratîk in û di oxira wan de jî şehîd bûne.
Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Hesen jî sebir ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gelê Reqayê, gel serî hilda û axa xwe ji çeteyan paqij dike.
Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ala Şêxî wesîqeta her sê cangoriyan xwend û radestî malbatên wan kir.
Di dawiya merasîmê de, gel cenazeyên têkoşerên xwe bi dûrişmeyan spart axê.