ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şehîdên Reqayê hatin veşartin
5 şervanên li Reqayê şehîd bûn, li Girê Spî û Dirbespiyê bi merasîmên girseyî hatin veşartin. -
Li Reqayê 180 sivîl ji destê çeteyan hatin rizgarkirin
Tîmên taybet ên girêdayî QSD’ê, li Taxa Teyar a Reqayê 180 sivîlên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin rizgarkirin. Li taxê şerê dijwar diqewimin. -
Pêngava Reqa: 34 çete hatin kuştin, 4 wesayît jî hatin rûxandin
Di şerê li 7 taxên reqayê qewimî de 34 çeteyên DIŞ’ê hatin kuştin, 4 wesayîtên bombeberakirî jî hatin rûxandin. Balafriên koalîsyona navneteweyî jî gelek nuqteyên çeteyan bomberdûman kirin. -
Di êrîşên artêşa Tirk de 2 sivîl birîndar bûn
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê de 2 sivîl birîndar bûn. -
Cenazeyê şehîd Kabîr li Şedadê hate veşartin
Bi dehan welatiyên herêma Şedadê cenazyê şervanê YPGʹê Emar Ebdulhemîd (Kobir) ê di pêngava rizgarkirina Reqa de şehîdbibû, li gundê El-Hiwêş a Şedadê veşartin. -
Li Şehbayê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê bersiva da êrîşên li ser gundên Efrînê. Di şerê qewimî de 3 çete hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. -
Mayînên çeteyan teqiyan: Kesekê jiyana xwe ji dest da 2 kes jî birîndarbûn
Malbata ku dema xwestin li deriyê Ricim Slêpê re derbasî Rojava bibe, mayîna çeteyan a ji berê ve çandîbû teqiya. Welatiyek jiyana xwe ji dest da, 1 jê zarok 2 welatiyên din jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk a dagirker Efrînê topbaran dike
Arteşa Tirk a dagirker Gundê Qestel Cindo û Qetma yên naçveya Şera topbaran dike. -
180 ciwanên ji Reqa û Tebqayê tevlî QSD`ê bûn
180 ciwanên ji Reqa, Tebqa û gundên derdorê ji bo rizgarkirina Reqayê û parastina herêmê tevlî hêzên QSD’ê bûn. -
Sedî 70 taxa Ebdulmelîk a Reqayê ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên QSD'ê ku li Reqayê pêşveçûnên xwe didomînin, Sedî 70 yê taxa Hîşam Ebdulmelik ji çeteyên DAIŞ'ê paqijkirin. -
Em ê tişta ku DAIŞ’ê kirî ji bîr nekin
Rabîa ya 70 salî ku şervanên QSD’ê li Reqayê ew xilas kirî got, ‘QSD’ê em hovên DAIŞ’ê xilas kirin, em pir şad in lê tişta ku bi serê me hatî em ê ti caran ji bîr nekin.’’ -
Di encam topbaran artêşa Tirk de 2 sivîl birîndar bûn
Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Şehbayê de, 2 sivîl birîndar bûn. Ji ber topbaranê li derdorî Kampa Koçberan a Rûbar şewat derketiye. -
Artêşa Tirk bi dijwarî gundên Şehbayê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gel gundên Şehba û bajarokên wê Bendava Şehba û Kampa Koçberan a Rûbar bi dijwarî bomberdûman dike. -
Cenazeyê şervanê Ceyş El-Swar El-Ebdo hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê cenazeyê şervanê Ceyş El-Siwar Hisên El-Ebdo, li goristana Gundê Mêremîn veşartin. -
Artêşa Tirk 2 ciwanên Sûriyeyî qetil kirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Herêma Sefîr a dikeve başûrê Helebê, 2 ciwanên ku dixwestin li ser sînorê Cerablûsê re derbas bibin qetil kirin. Her wiha çeteyên girêdayî artêşa Tirk li Cerablûsê welatiyek bi hovane êşkence kir. -
Girê Spî piştgirî da Efrîn û Şehbayê
Gelê Girê Spî ji bo ku piştgiriyê bide berxwedana Efrînê û Şehbayê meşiya. -
Artêşa Tirk bombeyan li dora bendava Şehbayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên li ser herêmên rizgarkirî yên li Şehbayê didomînin. -
Operasyona Reqayê: Li 5 taxan şer giran e
Li eniyên rojhilat û rojavayê Reqayê, di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. -
Pêngava Reqa: 4 wesayîtên bombebarkirî hatin rûxandin
Di şerê li rojava û rojhilatê Reqayê qewimî de, 4 wesayîtên bombebarikrî hatin rûxandin û 18 çete jî hatin kuştin. -
Şervanên QSD’ê wesayîtekî bombebarkirî rûxandin
Şervanên QSD’ê bersivên xurt dan hewldana çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê rojhilatê Reqayê ku hewl dan bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî bike. Wesayîta bombebarkirî hate rûxandin. -
Efrîn şopdarê rûhê 14’ê Tîrmehê ye!
KPC’ê têkildaîr berxwedana ruhê 14’ê Tîrmehê û 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi vînekî mezin li Rojavayê Kurdistanê li dijî rejîmê serî hilda ye. -
Pêngava Reqa: Êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên QSD’ê hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku dixwestin derbasî Taxa Reqaya kevin bibe, vala derxistin. -
Li Kobanê meşa ji bo Efrîn û Şehbayê
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Efrîn û Şehbayê meşiyan. Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrîn û Şehbayê hate şermezarkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hate xwestin. -
Artêşa Tirk leşker û çekên xwe yên li sînorê Efrînê zêde dike
Artêşa Tirk, li ser sînorê gundên Elî Karo û Bîkê yên navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê leşker û alavên xwe yên leşkerî bi cih dike. -
Çepera ku mirovahî lê civiya ye
Piştî Kobanê, Til Hemîs, Til Beraq, Şedadê, Eyn Îsa, Girê Spî, Tişrîn, Minbic, Tebqa... Her ku YPG'ê lê da, nûnerê li pêş çavan ê nebaşiyê DAIŞ riziya.