Artêşa Tirk gundên Efrînê bomberdûman dike

Artêşa Tirk, li Efrînê 40 dar birîn, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê lêkirina dîwar jî didomîne, dîsa bi çekên giran  gundên Baslî û Cilber ê girêdayî navçeya Şêrewa bomberdûman dike.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, bi çekên giran êrîşî gundên Basil û Cilber ên navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dike.

Çeteyên dewleta Tirk a mêtînger ku li Ezazê bi cih bûne, bi çekên giran gundên Basil û Cilber ên navçeya Şêrawa bomberdûman dike. Têkildarî bomberdûmana hê dewam dike ti agahiyên zelal nehatin bidesxisin.

Her du gund bi dijwarî tên bomberdûmankirin.

ARTÊŞA 40 DAR BIRÎN, LI SER SÎNORÊ BAKUR DÎWAR LÊDIKE

Li aliyê din, artêşa Tirk a li Gundê Baliya yê Kantona Efrînê 40 dar birîn, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê jî lêkirina dîwar didomîne.

Artêşa Tirk a mêtînger li ser xaka Gundê Baliya ya girêdayî navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê rêya leşkerî çêdike.

Dîsa artêşa Tirk li Gundê Baliya 40 dar birîn û hat diyarkirin ku di birîna daran dewam dikin.

Li aliyê din arêtşa Tirk a dagirker di navbera Bakur- Rojavayê Kurdistanê  bi qasî 3 km  dîwarê lêdikin.