Şehîdên Reqayê li Girê Spî hatin veşartin

7 şervanên li Reqayê şehîd bûn, li Şehîdgeha Mehmûd Tumê ya li Girê Spî hatin veşartin.

Ji bo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mehmûd Ebas, Salih Hisên, Cemal Şêx, Mihemed Casim Wehîd, Omar Ewan, Ebdulhey Mihemed Elawî û Mehmûd Şiwîn ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Mehmûd Tumê ya li Girê Spî merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Li dû merasîma leşkerî, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Abdullah, endama Kongreya Star Kurdiye Mihemed û endamê TEV-DEM'ê Îbrahîm Îsa li ser têkoşîna şehîdan axivî.

Piştî axaftinan, belgenameyên şehadetê yên 7 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Dûre cenazeyên şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.