ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên endamên Asayîşê yên li Menacîrê şehîd ketine hatin veşartin
Gelê Serêkaniyê, cenazyên 2 Endamên Hêzên Asayîşê yên ku di teqîna Menacîrê de şehîd bibûn, li Şehîdgeha Til Temirê veşartin. -
Koordînasyona Rojava, Berxwedana 19ʹê Tîrmehê pîroz kir
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava got: Em ê hemû hêza xwe bixin parstina û pêşxistina nirxên Şoreşê da ku em bighêjin Rojavaya Azad û Barkurê Sûriye ya Fedar, her wiha Sûriya pireng û dewletek fedralî ku mafê hemû kesî tê de parstî be. -
Artêşa Tirk Şehbayê bomberdûman dike
Artêşat Tirk a dagirker û çeteyên wê Gundê Semqûqa ya girêdayî Şehba û derdorî Bendava Şehbayê topbaran dike. -
Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Tirbespiyê hatin veşartin
Welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîs cenazeya şervanên YPG’ê Sadiq Til Hemîs û Polat Dêrik, li Goristan Şehîd Dilşêr veşartin. -
MSD: Bi şoreşa Rojava re gelek destketî bi dest ketin
MSD: Bi şoreşa Rojava ay 19'ê Tîrmehê re gelek destketî bi dest ketin. Li Sûriye û gelemperiya herêmê şer li dijî zilmê hatiye kirin û ji aliyê demokrasiyê, biratiya gelan, jiyana hevpar û afirandina mirovê nû ve destketiyên mezin bi dest ketine. -
MLKP Rojava salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir
MLKP Rojava şoreşa Rojava pîroz kir û got, "Ev şoreş li hemberî tarîtiya dîrokî û bi taybetî li hemberî dagirkerî, mêtingerî, zordariya desthilatdarên herêmî, hêviya hemû gel û baweriyên Rojhilata Navîn mezin dike." -
Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê hate pîrozkirin
Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dirûşma "Şoreşa Rojava rûmet û azadiya gelan e" li Kantona Cizîrê bi mîtîngeke girseyî hate pîrozkirin. -
Şervanên QSD'ê ber bi Nezlet Şihadê ve bi pêş ve diçin
Şervanên QSD'ê li Reqa bi pêş ve diçin. Şervanên QSD'ê ber bi Nezlet Şihadê ve bi pêş ve diçin, her wiha gelek cihên stratejîk jî ji çeteyan paqij kirin. Li taxa Rewda şerekî dijwar heye. -
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê mejî û giyanê mirovan azad kir'
Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdullah li ser salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojava/Bakurê Sûriyê axivî û got, "Şoreşa Tîrmehê mejî û giyanê mirovn azad kir." Hevşaredara Qamişloyê Raniya Mihemed jî got, "Piştî şoreşê şaredarî bû çepera jinê." -
Xewna sedsalan bû rastî
Raste her kesî dizanibû wê roj were, lê her kesî digot em nabînin. Ji nişkan ve her kesî dît. Wê rojê hinekan bawer nedikir digotin ev xewne an rast e. Piştî roja 19 Tîrmehê 2012'an de êdî cîhan li Kobanê bû Kurmancî heta bayê dihat dîsa bibû kurmancî. -
Şervanên Eyn Daqnê: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Şervanên YPG û YPJ'ê, ku li Eyn Daqnê bersiveke tund da artêşa Tirk û çeteyên wê û kirin ku xwe vekişînin, anîn ziman ku ew ê rê nedin dagirkeriyê. -
Li Minbicê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin
Welaiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin. -
Li Cizîrê bi beşdariya hezaran kesî meşek hate lidarxistin
Li Cizîrê bi boneya 5’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi beşdariya hezaran kesî ve meşek hate lidarxistin. -
PYD: Şoreşa 19′ê Tîrmehê şoreşa parastina nirxên mirovî ye
Meclîsa Giştî ya PYD′ê: Şoreşa 19′ê Tîrmehê, şoreşa parastina nirxên mirovî ye û misogeriya çareserkirina doza Kurdan ên li Sûriye û parçeyên din ên Kurdistanê ye -
9 cenazeyên çeteyan radestî Heyva Sor hate kirin
Cenazeyên 9 çeteyên ku di encama êrîşên çeteyên Kalkana Firat û artêşa Tirk ên li ser Gundê Eyn Deqnê yê girêdayî Kantona Efrînê de hatibû kuştin, radestî Heyva Sor hate kirin. -
Şervanên QSD’ê dest danîn ser 2 wesayîtên bombebarkirî
Şervanên QSD’ê li Taxa Hîşam Bîn Ebdulmelîk a Reqayê, dest danîn ser 2 wesayîtên çeteyên DAI’Şê yên bombebarkirî. -
Di festîvalê de berxwedana Şehba û Efrînê hate silavkirin
Di Festîvala 19’ê Tîrmehê de berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêrtînger û çeteyan a li herêma Şehba û Kantona Efrînê hate silavkirin. -
YPG: Şoreşa 19`ê Tîrmehê li dijî zilm û zordariyê bû kelha berxwedanê
Femandariya Giştî ya YPG: Em ê bendekî bi hêz li dijî hewildanên dijberên şoreşa me dikin hedef, bisekinin. Em ê li ser soza bi şehîdan re wefadar bin. -
YPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 4 şervanên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Ji artêşa talanê reviya û beşdarî QSD’ê bû
Ehmed Cûma yê ku berê beşdarî çeteyên bi navê Ceyş Teherî El-Siriye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bûbû got, "Ew artêşa dolaran e, peywira wan talan û dizî ye." -
YPG: Li Ên Deqnê 30 çete hatin kuştin, 5 jê leşkerên Tirk in
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bîlançoya êrîşa duh a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Ên Deqnê eşkere kir û diyar kir, di şer de 30 çete hatine kuştin, ku 5 jê leşkerên Tirk ên dagirker in. -
Festîvala 19'ê Tîrmehê dest pê kir
Festîvala 19'ê Tîrmehê li Kobanê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. -
YPG wê termê çeteyan radestî malbatên wan bike
YPG'ê û Hêzên Şoreşger ji malbatên çeteyên ku duh êrîşî gundê Ên Deqnê kirin xwestin, ku bi wan re bikevin têkiliyê, ji bo ew termê çeteyên hatin kuştin radestî wan bikin. -
Li Reqayê 32 çete hatin kuştin
Li Reqayê di şerê 24 saetên dawî de 32 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, ku çeteyên sekvan û pisporê bombeyan jî di nava wan de hene. -
Li Til Temirê teqîn: 3 şehîd
Li gundê Menacîr ê Til Temirê teqînekê rû da. Di bûyerê de endamekî asayîşê û du sivîl şehîd bûn.