Erîşên dewleta Tirk, li Cindirêsê hat protesto kirin

Bi hezaran kesên ku li Cindirêsê li hev kom bûn, bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrîn û Şehbayê protesto kirin.

Bi hezaran gelên navçeya Cindirêsê, şervanên YPJ/YPG, Hêzên Asayîşê, HPC, Tabûra leşkerî ya YCR`ê, Rêveber û Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û rûspiyên herêmên Şahba, beşdarî meşê bûn.

Meşvanan ala YPJ/YPG, TEV-DEM, Kongreya Star, YCR, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd rakiribûn. Her wiha pankartên bi nivîsên 'Em dibêjin Erdogan wê her bostek ji xaka Efrînê ji te û çeteyên te re bibe goristan, em tev di avakirina welat û şerê li dijî terorê û êrîşkeriyê de hevkar in, em şehîdên xwe di axê de venaşêrin, lê belê em di dilê xwe de vedişêrin' vekiribûn.

Meş ji goristana Cindirêsê ya navenda navçeyê ve dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê re heta deriyê ketina navçeyê dewam kir. Bi hezarên gelên Cindirêsê bê navber dirûşmeyên 'Erdogan faşîzm e, Erdogan xayîn e, yek e yek e yek e , gelê Efrînê yek e' berz kirin.

Meş li deriyê ketina navçeyê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre  axaftin hatin kirin. Li ser navê TEV-DEM`ê Endamê Rêveber Xelîl Efrîn, li ser navê gelê Ereb ê herêmên Şehbayê  Şêx Mihemed Cuma yê ji êla El-Niêm, li ser navê Kongreya Star a navçeyê Hêvîn Tahir, Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd Husên Termoş, Endamê Desteya Rûspiyên Êlên Navçeya Cindirêsê şêx Ebdulrehman Murad, axîvin.

Di axaftinan de hate destnîşanirin ku gelên Efrîn û Şehbayê wê her tim li rex şervanên QSD`ê bin û berisva êrîşênb dewleta Tirk a dagirker bidin.

Axaftvanan diyar kirin ku Tirkiyê dixwaze dîsa dagirkeriya Osmanî li herêmê vegerîne û gotin:”Em ji cîhanê re dibêjin ku wekî Kurd, Ereb û Turkmen yek dest in û em ê bi berxwedan û yekîtiyê bersiva herî êrîşê bidin”.

Mîtîng bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şêniyên herêmên Şehba û Kantona Efrînê bi dawî bû.