Li Reqayê şerê dijwar: 14 çete hatin kuştin

Li gelek taxên Reqayê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerên dijwar diqewimîn. Di şer de 14 çete hatin kuştin û şervanekî QSD'ê şehîd bû. Di şer de 2 şervanên YJŞ'ê jî di nav de 3 şervan birîndar bûn.

Li taxên Nezlet Şihade û Hîşam Bin Ebdulmelek ên başûrê Reqa, her wiha taxa El-Berîd a rojavayê bajar di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şerê giran didomin. Di encama şerê herî dawî de 14 çete hatin kuştin. Di şer de şervanekî QSDʹê şehîd bû û 2 şervanên YJŞʹê jî di nav de 3 şervan birîndar bûne.

Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ji 4 aliyan ve ber bi navenda bajarê Reqa ve didomînin. Şerê herî dijwar li Taxên Nezlet Şihade û Hîşam Bin Ebdulmelek ên başûrê Reqa rû dan. Di encamê de şervan li taxa Nezlit Şihade pêş ve çûn û devera Mesakin El-Hemra ku deverên stratejîk in, ji çeteyan rizgar kirin. Di şerê dijwar ê li vê taxê de yek jê êrîşkarê xwekuj 6 çete hatin kuştin, termê 3 çeteyan ket destê şervanan.

Di heman demê de li devera Mizgefta El-Muna di navbera şervanan û çeteyan de şerên dijwar diqewimin. Şevê din şervan li vir bi pêş ve çûn. Şerê li vir hîn jî didome. Di encamê de 5 çete hatin kuştin, her wiha şervanan miqdarek mayînên çeteyan ji xetên pêş rakirin.

Li taxa El-Berîd a rojavayê Reqa jî şer hîn jî didome. Şerê li vir li gelek cihan veguherî şerê segvanan. Li vir Şervanên QSDʹê 3 çete bi saxî girtin.

Li aliyê din jî li derdora Mizgefa El-Etîf a li taxa Reqaya kevin a li rojhilatê Bajar ji şevê din ve şerên giran rû didin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne, lê derbarê hejmara çeteyên hatine kuştin de tu agahî nehatine bidestxistin. Şervanan li vir 2 wesayîtên doçka yên çeteyan rûxandin.

Li taxa Diriyê ya başûrê Reqayê şervanan wesayîteke bombebarkirî a çeteyan beriya ku bigihêje armanca xwe teqand. Li vir jî 3 çete hatin kuştin.

 

Di şerê li hemû aliyan şervanekî QSDʹê şehîd bû, her wiha sê şervan birîndar bûn. Ji van 2 şervanên YJŞʹê ne, yên ku ji Şengalê hatine û tevlî pêngavê bûne.