'Ciwan wê li dijî dagirkeriyê şer bikin'

Bi hezaran ciwanên ji Qamişloyê, bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê meşiyan.

Bi sedan ciwan, li Bûlwara Osman Sebrî ya li Qamişloyê li hev civiyan û bi alên YCR û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Ciwan bi qîrîna dirûşman li nava kolanên abjêr meşiyan, 19'ê Tîrmehê pîroz kirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Ciwan piştî meşê li Bûlwara Şehîd Rûbar Qamişlo li hev civiyan. Endamê Tevgera Xwendekarên Kurd Ebas Hesen li vir ji ciwanan re axivî û diyar kir, Şoreşa 19'ê Tîrmehê roja vejîna azadiyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû gelan e. Hesen destnîşan kir, ciwan wê bi çek û pênûsa xwe li dijî hêzên êrîşî vîna ge dikin, şer bikin.

Meş piştî axaftinê qediya.