45 ji 100’î yê Reqa ketiye jêr kontrola QSD’ê

Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezaba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku 45 ji 100’î yê Reqayê xistine jêr kontrola xwe.

QSD'ê piştî 47 rojên operasyona Rizgarkirina Reqayê daxuyanî da. Berdevkea Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku 8 tax hatine rizgakirin  û 45 ji 100’î yê  bajêr di kontrola hêzên wan de ye.

Heza Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku bi navê “Çenga Mezin” dest bi azadkirina Reqayê kiribûn, çara yekem têkildarî operasyonên li bajêr û eniya Rovaja de daxuyanî da.

Daxuyanî li ser avahiya 4 qetî ya Taxa Sebehiyê, di roja 47'an a operasyona rizgarkirina Reqayê  de hat dayîn. Berdevka Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed û fermandarên pêngavê  bi rêve dibin beşdarî daxuyaniyê bûn. Ehmed diyar kir ku bi awayekê serkeftî operasyonên wan dewam dike. Ehmed anî ziman ku 8 tax hatine azadkirin û 45 ji 100’î yê bajêr di bin kontrola hêzên wan de ye.

45 JI SEDÎ YÊ BAJÊR KONTROL DIKIN

Ehmed destnîşa kir ku di çarçoveya “Çenga Mezin” de operasyonên wan bi serkeftî bi pêş ve diçe û wiha axivî: “Hêzên me 8 tax azad kirin. Bajarê Reqayê  45 ji 100’î di kontrola hêzên me de ye. Li 6 taxan jî şerê dijwar berdewam dike. Hindik ma 2 taxên din bên rizgarkirin. Wê hezên me van her du taxan jî rizgar bikin û rêya xwe bidomînin.”

BAJAR JI ÇAR HÊLAN VE DORPÊÇ KIRIN

Ehemed aşkera kir ku 20 roj e bajarê Reqayê ji eniyên Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr ve hatiye dorpêçkirin, operasyon dewam dike û wiha axivî: "Me ji 4 aliyan ve Reqa dorpêç kiriye. Em ji her alî de operasyona paqijkirinê berdewam dikin. Hêzên me bi hesasyeteke mezin mayînên ku çeteyan bi cih kirine, paqij dikin û rêya xwe dewam dikin. Heta niha bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin. Armanca me ya sereke ev e. Ji bo rizgarkirina sivîlan, çi ji destê me tê em dikin."

AZADIYA REQAYÊ NÊZ E

Ehmed destnîşan kir ku ji korîdorên ewle yên hatine vekirin, sivîl tên tahliyekirin, dê di demeke nêz de Reqa bi tevahî bê azadkirin û teslîmî gelan bê kirin. Ehmed piştrast kir ku hêzên wan bi ruhekê fedayî bi ser çeteyan de diçin û hat aşkerakirin ku 2 şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) birîndar bûne. Ehmed anî ziman ku her du jinên şervan ên Êzîdî, ji bo jinên Êzîdî yên di bajêr de di destê çeteyan de rizgar bikin, bi qehremanî li ber xwe dane û ji bo wan jinan rizgar bikin, birîndar bûne.