Mismarî: Yên şandine Lîbyayê qurbanên siyaseta Erdogan in

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî diyar kir, Kurd û gelê Lîbyayê "Li dijî terorê û dagirkeriyê di heman çeperê de têdikoşin" û "şervanênRoj" ên ji Lîbyayê re hatine şandin weke "Qurbanê siyaseta Erdogan" pênase kir.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed El Mismarî destnîşan kir ku gelê Kurd û gelê Lîbyayê "Li dijî terorê û daigrkeriyê di heman çeperê de têdikoşin."

Mismarî 13'ê Nîsanê di civîna çapemeniyê de diyar kiribû ku di nava çeteyên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê de koma bi navê "şervanên Roj" jî hene û destnîşan kir ku ev kesên navborî gelê Kurd temsîl nakin.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ahmed El Mismarî bi rêya telefonê tevlî bernameya Bûyer a Ronahî TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Mihemed Seydî. Mismarî got, "Em bi Kurdan re di heman çeperê de li dijî terorê têdikoşin."

Mismarî anî ziman, agahiyên ku 13'ê Nîsanê eşkere kir, hemû bi belge ne û got, "Temamiya agahiyên ku me parve kir, têkildarî komên terorîst in ku Tirkiyeyê şandiye welatê me. Me agahiyên li ser komên ku delweta Tirk ew perwerde kirin, biçek kirin û şandin welatê me parve kirin. Ev hemû agahiyên bi belge ne ku ji aliyê hêzên me yên leşkerî ve hatine komkirin."

'EW KURDÊN BÛNE QURBANÊ SIYASETA ERDOGAN'

Li ser kesên bi navê "şervanên Roj" ên ku dewleta Tirk şandine Lîbyayê, Mismarî destnîşan kir ku ew kes gelê Kurd temsîl nakin. Mismarî got, "Dixwazim destnîşan bikim ku ev kes yan jî kesên mîna wan, gelê Kurd temsîl nakin. Ev kes li Trablûsê di şer de hate girtin. Em jî matmayî man dema ku me Kurdek di nava komên terorîst de dîtin. Bêguman kesên ji gelek neteweyan hene. Lê belê hebûna Kurdên ji Bakurê Sûriyeyê tê zanîn ku dewleta Tirk wan li Bakurê Iraqê perwerde dike. Em qala Kurdên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikin. Di vê mijarê de gelek agahî li ber destê me hene. Em wan weke qurbanên siyaseta Erdogan dibînin. Ev yek bandoreke neyînî li ser têkoşîna Kurdan dike."

'BI KURDAN RE EM DI HEMAN ÇEPERÊ DE TÊDIKOŞIN'

Mismarî bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Lîbya, Sûriye û Iraqê û got, "Beşeke mezin a çeteyên ku şandin Lîbyayê endamên DAÎŞ, El Nûsra û komên din ên terorîst in. Dixwazim careke din bêjim ku em bi Kurdan re di heman çeperê de li dijî terorê têdikoin. Li gel xwişk û birayên xwe yên Kurd em li dijî dagirkeriya dewleta Tirk têdikoşin."