Li Til Rifat aliyek topbaran aliyek metirsiya vîrûsa Korona
Xelkê Efrînê yên ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne li Til Rifat di bin bomberdûman û şewba vîrûsa Koronayê de mane.
Xelkê Efrînê yên ji ber êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne li Til Rifat di bin bomberdûman û şewba vîrûsa Koronayê de mane.
Piştî ku welatiyên Efrînê li herêma Şehbayê bicih bûn û şûnde di serî de Til Rifat û derdorî wê her roj êrîşên topan û çekên giran li ser tê kirin.
Ji ber metiriya topan û dîsa şewba vîrûsa Koronayê ya belav cîhanê bûne, kiriye ku koçber li nava malê asê bimînin.
Welatiya bi navê Zehra hisên Hiso diyar kir ku ew li nava topbaran û vîrûsê de mane û got: “Li aliyek metirsiya topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê, li aliyê din jî şewba korona heye. Em niha nizanin em çawa bikin. Ji ber topbranaê em gelek rojan li nava bejahiyê dimînin.”
Hevseroka yek ji komînên li Til Rifatê Îbrahîm Xelîl jî axivî û daxuyakirin ku jiyana wan tim di nava metirsiyê de derbas dibe û got: “Em nizanin kengê bombe li me bibarîne. Bang li hemû saziyan dikin ku li halê me binêrin û bi cidî bikevin tevgerê.”
Xelîl bal kişand ser navendên rejîma Sûriye û Rûsan jî û got ti sûdek li me nekiriye.