Gundekî Şehbayê kete karantînayê

Hate ragihandin, gundekî li herêma Şehbayê bi gumana vîrûsa koronayê ketiye karantînayê.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku ji ber gumana vîrûsa koronayê ya li leşkerekî hêzên hikumeta Sûriyeyê, wan gundê Ûm El Hoş ê Şehbayê xistine karantînayê. Hikumeta Sûriyeyê ji vê rewşê berpirsyar tê dîtin.

Tê gotin, leşkerekî ji hêzên hikumeta Sûriyeyê, çend roj berê piştî ku leşkeriya xwe temam kir, beriya ku tevdîrên pêwîst bên wergirtin çûye gel malbata xwe ya li gundê Ûm El Hoş.

Hate ragihandin ku testa Covîd-19 a kesê navborî pozîtîf derketiye û li nexweşxaneyeke li Helebê tê dermankirin.

Mistefa diyar kir, dewleta Sûriyeyê di têkoşîna dijî şewbê de piştgiriyê nade Rêveberiya Xweser û destnîşan kir, kesê navborî beriya bê Ûm El Hoş diviyabû li karantînaya ji mecbûrî bûya.

Mistefa anî ziman ku li gorî biryara maseya krîzê wan gundê Ûm El Hoş ji bo demekê xistine karantînayê.