Efrîniyên koçber tevî mercên zehmet jî xwe ji vîrûsê diparêzin

Gelê Efrînê yên li Kampên Şehabyê li ber xwe didin, li gorî derfetên heyî xwe ji Şewba Koronayê diparêzin.

Gelê Efrîn yê ku ji cih û warê xwe koçberî Herêma Şehbayê bûne û di şertên zor û zehmet de berxwedaniya xwe berdewam dike, bi belavbûna vîrûsa Koronayê ya li tevahî cîhanê koçberên Efrînê yên li şehbayê jî hem berxewdana xwe xurtir kirin û hem jî xwe ji şewbê diparêzin.

Gelê Efrînê yên ku di kampan de dijîn bal kişandin ser mercên jiyanê. Jina bi navê Emîne axivî û got: “Ji bo xwe parastina ji şewba vîrûsa Koronayê berî her tiştî paqijî tê. Ketin û derketina kampê hatiye qedexekirin. Ev jî kiriye jiyan li nava kampan hê zêhmetir bibe. Gelê herêmê tevî vê jî bi zanabûn nêzî mijarê dibe û li gorî rênmayan tevger dikin.

Xwendekara bi navê Sedîqe Hisên jî behsa rewşa li nava kampê ya rojan e kir. Hisên anî ziman ku ji ber şewbê dibistan hatine girtin, tenê heta derê konên xwe dikarin derkevin.

Herî dawî jî Zelûx Mihemed jî axivî û bal kişand ser zehmetiyên jiyanî ya nava kampê. Mihemed diyar kir ku piraniya rojê ji bo zarokan ji şewbê biparêzin li nava konan dihêlin û di warê paqijiyê de zêdetir kar dikin.