HRE’yê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

HRE’yê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir yên ku di çalakiyên li dijî êrîşên dagirkerên dewleta Tirk a li ser navçeya Şêrewa de şehîd ketine.

Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’yê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 3 şehîdên ku roja 10’ê Nîsanê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan yên li ser navçeya Şêrewa de şehîd ketîn eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de gotin, “Hêzên me di pêngava duwemîn a berxwedana serdemê de, li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan berxwedanek bi quwet dide nîşandan. Dewleta Tirk 10’ê Nîsanê hem li ser erdê û hem bi hewayî êrîşî Şêrewa kirin. Hêzên me ku berxwedanek pir mezin nîşan dayîn, êrîşa dagirkeriyê ya li erdê şikand. Li dijî êrîşên dagirkeriyê di çeperên herî pêş de 3 şervanên me şehîd ketin û 3 şervan jî birîndar bû. Şehîdên me Egîd, Ferman û Xabûr, li dijî êrîşên dagirkeran ti caran gav paş de neavêtine û bi îradeyek pir mezin di nava berxwedanê de cihê xwe girtine. 3 rêhavalên yên şehîd bûne, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi qehremanî bi cîh anîne. Em HRE sozê didin ku em ê tola şehîdên xwe hildan û hesab ji dagirkeran bixwazin. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînîn, ji bo malbat û gelê xwe sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya şehîdên wiha ye:

Nasnav: Egîd Şerqiya

Nav û Paşnav: Ebdilrehman Mihemed

Navê Dayikê: Îslim

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10’ê Nîsana 2020’an

 

Nasnav: Ferman Bilbilê

Nav û Paşnav: Mihemed Elîko

Navê Dayikê: Emîna

Navê Bav: Fûad

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10’ê Nîsana 2020’an

 

Nasnav: Xabûr Efrîn

Nav û Paşnav: Şadî Celo

Navê Dayikê: Melek

Navê Bav: Cuma

Cih û Dîroka Şehadetê: Şêrawa / 10’ê Nîsana 2020’an.”