Dr. Nebo: Em di nav bêderfêtiyan de xwe biparêzin
Li herêma Şehba û Şerawa li ser sed hezaran mirov talokeya vîrûsa koronayê heye. Ji Heyva Sor a Kurdan Dr. Hesen Nebo got ew di nav bêderfêtiyan hewl didin ku xwe biparêzin.
Li herêma Şehba û Şerawa li ser sed hezaran mirov talokeya vîrûsa koronayê heye. Ji Heyva Sor a Kurdan Dr. Hesen Nebo got ew di nav bêderfêtiyan hewl didin ku xwe biparêzin.
Li ser Şehbayê êrîşên bênavbar ên dewleta Tirk û çeteyên wê hene, ji aliyekî ve hewl dide ku xwe ji êrîşan bipareze, ji aliyê dî ve jî li dijî talokeya hêla koronayê hewl dide ku tevdîran bistîne.
Dr. Hesen Nebo Endamê Heyva Sor ji ANF'ê re axivî û got ti alîkarî ji bo herêmê nehatiye kirin û hêleke pêkan a vîrûsa koronayê kampên penaberan jî di nav de wê encamên giran bîne. Nebo got herêma wan ev 8 saL in qada şer e, bi bîr xist ku penaberên vir ji Efrînê hatine, jixwe ji bo gelek nexweşiyan zemîneke guncan heye.
Dr. Nebo got weqayên vîrûsa koronayê li Ezaz, Efrîn, Nûbil û Zehrayê hatine dîtin û got, ''Ji bo ku em gelê li herêma Şehbayê û Şêrawa biparêzin divê em bi asta herî bilind tevdîran bistînin, lê bi tevdîrên berdest em nikarin xwe bihemînin. Rêveberiya Xweser qedexeya derketine derve ragihandiye me jî xebatên agahdariyêk irin. Cihên kontrolên me danîn. Ji bo ku ji derve vîrûs neyê li Şêrawayê li Nûbil û li aliyê Zehrayê, li navçeya Ehdeê li ser rêya Helebê me du cihên kontrolê dadnîne. Bi cîhazên ku germahiya laş dipîvin em kontrol dikin. Ev cîhaz ne zêde karîger in lê teknîka di dest me de tenê ev e.''
BERIYA QEDEXEYA DERKETINA DERVE
Beriya ku qedexeya derketina derve me jî bi wesayitên anonsê li gund, navçe û taxan gel agahdar kir da ku dernekevin derve û çawa dikarin xwe biparêzin û li ser rîksa têgerînê me hişyarî da. Ji bo weqayên ecîl me ekîb ava kirine. Ev ekîba me li herêma Şerawa destpêkê wê serdana mala nexweşan bike û heke semseletên gumanjêbirî çêbibin wê rakin nexweşxaneyan. Li nexweşxaneyan ji bo rewşên lezgîn me cihek ava kiriye. Nexweş li vir ji gel dûr wê werin tedawîkriin.
KAMP RÎSEKEKE MEZIN IN
Li vê qadê gelek kamp hene û li van kampan rîseke mezin heye. Me hatûçûna kampan qedexe kiriye. Li devê têketina kampê ekîbên kontrolê me danîn. Ên ku diçine van deran bi cîhazan têne kontrolkirin. Her wiha cihê me yê tendiristiyê ji bo kampan 24 saetan vekiriye. Ji bilî nexweşên lezgîn em nexweşan qebûl nakin.
Beriya niha jî nexweşên giran hebûn. Em li konan serdana wan dikin û heke rewşan wan giran bibe em wan radikin nexweşxaneya. Ekîbên me tim gel ji bo nexweşiyê hişyar dikin.
EV TEVDÎR TÊRÊ NAKIN
Ev hemû tevdîr kêm in, yek jê jî ji bo pêşî li nexweşiyê were girtin têrê nakin. Di mijara teknîkê de û malzemeyên tendiristiyê de gelek kêmasiyên me hene. Ti rêxistina tendiristiyê an jî saziya mirovî alîkarî nedaye me. Cîhaza hilmstandinê kêm in, lepik û maske kêm in. Doktroên pispor û personelên me yên tendiristiyê nînin.
BI SER DE DORPÊÇ HEYE
Ji bo dora me hatiye pêçan em nikarin hewcehiyên xwe bi cih bînin. Cİhên kontrolê yên rejîma Sûriyê hene û ev nahêlin ku malzeme werin. Tim destûr hewce ye û rêyan digirin. Li vir heke hêla virûsê dest pê bike 10-15 ji 100'î yê mirovan divê bi cîhaza hilmstandinê ve werin girêdan lê di dest me de tenê 5-6 cîhaz hene. Em ji Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê û ji rejîma Sûiriyê alîkariyê dixwazin.''