HRE'yê çalakiya sabotajê kir: 2 çete hatin kuştin
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şêrawayê li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şêrawayê li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê ya li ser mijarê wiha ye:
"11'ê Nîsanê li gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê, li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
13'ê Nîsanê li nêzî bajarê Marê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Di çalakiyê de çeteyek bi giranî birîndar bû."