ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişloyê rejîmê êrîş kir: Endamekî asayîşê şehîd bû
Hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişloyê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de endamekê asayîşê şehîd bû. -
Piştî Komployê û şûnde derneketiye
Terfa Elî ya 42 salî ku li Hesekê dijî, piştî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şûnde derneketiye derve. -
TEV-DEM: 4‘ê Nîsanê ji bo gelan serdemeke nûjen e
TEV-DEM, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir û got: "Rojbûna Rêber Ocalan ji bo gelê Rojhilata Navîn rojbûna dîrokeke nûjen e.” -
Dewleta Tirk pêşî av û niha jî elektrîk ji ser Til Temirê qut kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser gundê Um el Kef a Til Temir, şebekeya elektrîkê kire hedef. -
'Tirkan xwest ku êşkence were zêdekirin'
Çeteya Cephet El Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk bi destê DAÎŞ'iyan êşkence li Kurdên zindanê da kirin. -
Rejîma Tirk Girê Spî topbaran kir: 2 leşkerên Sûriyê mirin
Dewleta Tirk a dagirker, 3 gundên girêdayî Girê Spî topbaran kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de 2 leşkerên Sûriyê hatine kuştin. -
Çeteyê ku amadekariyê êrîşê dikir hate kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê yê ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û amadekarî dikir êrîşek bike hatiye kuştin. -
Amûra testê ya Covîd-19 a li Rojava bi çi rengî dixebite?
Pisporê Nexweşiyên Dil û Sîngê Înan Xelîl qala testa vîrûsa koronayê kir, ku ji aliyê doktorên Rojavayî ve hate çêkirin û ji ÎSO'yê sertîfîka wergirt. Xelîl destnîşan kir ku test 85 ji sedî encamên serketî nîşan dide. -
Rejîma Tirk gundên Eyn Îsa bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker du gundên Eyn Îsa dan ber topan. -
Di bomberdûmana li ser Til Temirê de sivîlek birîndar bû
Rejîma Tirk gundên girêdayî Til Temirê bombe kir. Di êrîşê de sivîlek birîndar bû. -
Dewleta Tirk vê carê şebekeya avê ya Um El Kêf teqand
Artêşa Tirk a dagirker piştî ku li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av hatin qûtkirin, vê carê jî xeta avê teqandin. -
Artêşa Tirk gundê Eboş bombe kir: 2 leşkerên rejîmê mirin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Eboşê barand. Ji hêzên rejîmê yek jê fermandar 2 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn. -
HRE: 6 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
Şervanên HRE'yê li Efrînê di çalakiyan de 6 çete kuştin û wesayitek îmha kirin. -
Dagirker bombeyan li gundên Efrîn û Til Temirê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundên Efrînê û Til Temirê dike. -
Perwedeya pirzimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Perwerdekaran qala modela perwedeya pirzimanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û gotin, wan şoreşa perwerdeyê pêk anîne, serketinên mezin afirandine, lê belê ji bo dema dirêj pêwîstî bi destnîşankirina stratejiyekê heye. -
Dewleta Tirk li Zirganê 4 sivîl birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Rebîat a Zirganê bi dijwarî topbaran kir. Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ye şehîd eşkere kir
YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Tolhildan Xwînrêj (Abdullah Kûtlû) ji ber nexweşiyê şehîd bûye. -
HRE: Şervan Elo yê 21'ê Adarê birîndar bû şehîd bû
HRE'yê ragihand, şervanê wan Xalid Elo bi nasnav Efrîn ê 21'ê Adarê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de birîndar bû di 31'ê Adarê de şehîd bûye. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê perwerde wê bi rêya televîzyonê bidome
Komîteya Perwerdeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber vîrûsa koronayê navber da perwerdeyê, wê ji hefteya bê û pê ve bi rêya televîzyonê perwerdeyê bidomîne. Bernameyên dersên bi navê "Dibistana Malê" hatin kişandin û wê li Rojava TV bên weşandin. -
Dagîrkeran êrîşî gundên Minbicê kirin: Birîndar hene
Çeteyên dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku sivîlên birîndar hene. -
Şaredariya Şehbayê li dijî vîrûsa koronayê zend û bend ba da
Şaredariya herêma Şehbayê, ji bo şêniyên herêmê ji nexweşiya vîrûsa koronayê biparêze bi şev û roj bi rengê seferberiyê dixebite. -
Herêma Rêveberiya Xweser li dijî vîrûsa koronayê bi tenê ye
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nifûsa xwe pênc milyon e û milyonek penaber lê ne, li pêşberî vîrûsa koronayê bi tena serê xwe hatiye hiştin. -
QSD: Li girtîgehê rewş di bin kontrola me de ye
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyel got: “Tu çeteyekî DAÎŞ’ê nereviyane, girtîgeh di bin kontrola me de ye.” -
Li Eyn Îsayê dewriyeyên li dijî vîrûsa koronayê
Yekîneyên ewlekariyê yên li Eyn Îsayê, têkildarî tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li dewriyeyê digerin. Yekîneyên ewlekariyê ji bo tenduristiya gel 24 saetan kar dikin. -
Li Eyn Îsayê 2 dagirker hatin kuştin, doçkayek hate îmhakirin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş birin ser gundê Hoşanê yê Eyn Îsayê. Şervanan di cih de bersiv dan êrişê û wesayitek ku doçka li ser bû îmha kirin. Di bersivê de 2 çete hatin kuştin.