‘Wê YPG û YPJ Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin’

Necah û Fahrettîn Mihemed ên ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk a dagirker koç kirine Kampa Waşokanî got ku “Wê YPG û YPJ Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’e Cotmeha 2018’an de li dijî Serêkaniyê êrîşên dagirker dabû destpêkirin û herî kêm 300 hezar sivîlan ji neçarî koç kiribûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şêniyên Serêkaniyê li bakurê Hesekê kampa Waşokanî ava kiribû.Yek ji malbata ku li kampa Waşokanî bi cih bûne jî Necah û Fahrettîn Mihemed in.

‘LI BER KON PÎŞEYA XWE DIDOMÎNIN’

Necah Mihemed li Serêkaniyê sol difirot û Fahrettîn jî berberî dikir. Necah û Fahrettîn Mihemed li ber kon pîşeya xwe didomînin.

Necah Mihemed got ku “Erdogan her dem digot ez ê êrîşî herêmê bikim û gef li me dixwar. Di 9’ê Cotmehê de 3,4 balefirên şer ên dewleta Tirk bajarê me bomberdûman kir. Hin sivîl hatin qetilkirin û gelek sivîl jî birîndar bûn. Ligel êrîşan jî em ji mala xwe derneketin û me digot em ê dernekevin. Lê dema ku balefiran li mala me da, ji neçarî em derketin.”

DIVÊ HESAP JI WAN WERE PIRSÎN

Necah Mihemed diyar kir ku li Serêkaniyê Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen hemû gel bi hev re dijiyan û got ku “Jiyaneke me ya bextewar hebû. Dewleta Tirk nehişt ku em bextewariya xwe bidomînin. Dewleta Tirk êrîşî herêmê kir. Mal û kargehên me talan kir. Em ji mala me derxistin. Divê hesab ji van kesan were pirsîn. Dagirkeran piştî ku alavên me talan kirin, agir bi mala me xistin. Darên li baxçe jî şewitandine. Ne derî hiştine ne jî pace. Divê dewleta Tirk hesabê vî tiştî bide.”

SERÊKANIYÊ WÊ JI DAGIRKERAN WERE PAQIJKIRIN

Necah Mihemed got ku “Çi bibe jî ez ê vegerim wê axa ku ez lê ji dayik bûme. Ez bawer dikim ku wê YPG û YPJ rojekê Serêkaniyê ji dagirkeran paqij bikin.”

Fahrettîn Mihemed jî got ku “Tu sûcê me tunebû lê em ji mala xwe bûn. Dikaneke me hebû, em bi hev re dixebitîn. Niha li kampê em di konekî de dijîn. Em dixwazin ne li kampan, li mala xwe bijîn. Ji bo ku em vegerin, ji destê kê çi tê divê bike.”