TEV-DEM: Rewşa Ocalan û girtiyan cihê fikaran e

TEV-DEM'ê ragihand, ku ji ber pandemiyê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî cihê fikaran e û bang li saziyên navneteweyî kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê ji raya giştî re kiryarên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, nexasim Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan eşkere kir û ragihand ku vîrûsa koronayê li girtîgehên dewleta Tirk belav bûye û lewma rewşa Ocalan cihê fikaran e.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demeke wiha de ku Koronavîrus li seranserê cîhanê berbelav bûye, tedbîrên pêwîst hem ji bo civakê hem jî ji bo kampan û girtîgehan têne girtin, her wiha gelek dewletan hin dosya di ber çavan re derbas kirin, ji wan dosyayan yek jî ya girtiyên siyasî ye û girtî serbest berdan an jî karantîna ji wan re veqetandin û rê dan serdana parêzeran û malbatan.

AKP-MHP û dewleta Tirk zehmetiya pandemiyê dikişînin lê hîn jî siyaseta xwe ya şovenîst berdewam dikin, îsbata vê yekê nêzîkatiyên dewleta Tirk ji dosyaya girtiyên siyasî, raya giştî û keysbazkirina rêxistina NY`yê, saziyên mafnas û mirovî ji mijûlbûna bi Koronavîrusê re ye. Ji ber ku ew jî zehmetiya belavbûna vîrusê dikişînin û hîn jî negihaştine çareseriyekê yan jî dermanekî.

Li ser vî esasî piştî ku hejmara kesên di girtîgehên dewleta Tirk de yên ku bi vîrusê ketine yan mirine hate eşkerekirin, rewşa rêber Abdullah Ocalan fikaran ji mirov re çêdike û hîn zêdetir gumanên me têkildarî ku dewleta Tirk a şovenîst hovtirîn kiryaran li dijî girtiyên siyasî, nexasim li dijî rêber Ocalan dide meşandin.

Redkirina serdan û hevdîtina bi rêber Ocalan re hîn zêdetir bala civaka Kurd û civaka azadîxwaz dikişîne ser grava Îmraliyê, nexasim ku dewleta Tirk kiryarên dermirovî li dijî şehîd Egîd Îpek, dema cenaze di pakêtekê de ji dayika wî re şand, pêk anî û li pêşberî saziyên mafên mirovan pîvanên civaka navneteweyî binpê dike. Di vê demê de civaka navneteweyî bi pandemiya vîrusê ve mijûl e û dewleta Tirk kiryarên dermirovî dide meşandin û bi vê yekê dixwaze ji nû ve îradeya gelên têkoşer derbe bike.”

TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û mafnas kir ku rewşa girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de di ber çavan re derbas bikin û li beramberî kiryarên dewleta Tirk ên şovenîst ji grava Îmraliyê û girtiyên siyasî re bi berpirsyariya xwe rabin."