Şervanên enternasyonalîst rewşa welatên xwe bi baldarî dişopînin

Şervanên Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstên li Rojava hem karê xwe yê li vir didomînin hem jî rewşa welatên xwe yên di nava lepên şewbê de ne dişopînin.

Enternasyonalîstên li Rojava diyar kirin ku ew piştgiriyê didin gelên li welatên xwe û bal kişandin ser girîngiya piştevaniya civakî ya li dijî şewbê.

Navê xwe Têkoşer e. Ji Fransayê hatiye. Cihê xwe di nava Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstên li Rojava de digire. Hem perwerdeya leşkerî hem jî ya îdeolojîk digire û hînî Kurdî dibe. Ji ber şewbê hewl dide rewşa li Fransayê bişopîne, lê belê ji ber şert û mercên heyî nikare zêde agahiyan werbigire. Têkoşer dibêje, "Hikumet Rewşa Awarte didomîne. Ji bo karibe hîn bêhtir kontrol bike qanûnên îstîsnaî bi kar tîne. Bi qasî ku ez zanim, ji ber ku zû tevdîr nehatine girtin û ji ber polîtîkayên rezîl ên tenduristiyê bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Têkoşer balê dikişîne ser girîngiya piştevaniya rêxistinî.

Mîrko jî Îtalyan e. Di Îlona 2019'an de hatiye Rojava, 8 meh in li vir e. Kedkarekî tenduristiyê ye, lê hem weke kedkarekî tenduristiyê hem jî şervanekî tevlî karên civakî û leşkerî dibe. Ji ber ku di dema şewbê de li qada şer e, ev yek berpirsyariya wî zêde dike. Hewldanên gelê Îtalyayê yên li dijî şewbê silav dike. Mîrko dibêje, "Dest ji hewldanên xwe bernedin, bi hêz bin. Dema ku em hemû bi hev re bin em ê vîrûsa koronayê têk bibin. Ji Rojava em bi we re ne."