Dagirkerên dewleta Tirk li Girê Spî sivîlek kuşt
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şêniyê bi navê Salih Şiblî ji gundê Hiwêca yê girêdayî Girê Spî kuşt.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker şêniyê bi navê Salih Şiblî ji gundê Hiwêca yê girêdayî Girê Spî kuşt.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinan li dijî sivîlên li herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine dewam dikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Hawarê (ANHA), çeteyên dewleta Tirk a dagirker Salih Şiblî yê ji gundê Hiêca yê başûrê rojhilat ê Girê Spî bi bahaneya danûstandina bi QSD'ê re kuşt.
Hate ragihandin ku çeteyan Salih Şiblî beriya çend rojan revandibûn û piştî êşkenceyên giran lê kirin beriya 2 rojan ew kuşt.
Çeteyan gelek zorî li malbata Şiblî kirin, gelek ferdên malbatê girtin, neçar hiştin ku ji gund koçber bikin û malên wan rûxandin.