HRE’yê li Şêrawa û Babê li dagirkeran da
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku wan li Şêrawa û Babê li hêzên dagirker dane, herî kêm çeteyek hatiye kuştin û 5 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku wan li Şêrawa û Babê li hêzên dagirker dane, herî kêm çeteyek hatiye kuştin û 5 çete jî birîndar bûne.
HRE’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ev çalakî di 2 û 12’ê Nîsanê de hatine lidarxistin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 2’ê Nîsanê de li nêzî gundê Beradê ya Şêrawayê hêzên me li dijî çeteyên dagirker çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyek mir û 3 çete jî birîndar bûn.
Di 12’ê Nîsanê de jî hêzên me li navenda bajarê Babê li dijî çeteyan êrîşeke sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de jî 2 çete birîndar bûn.”