Li Serêkaniyê wesayita bombebarkirî teqiya
Li gundekî Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan di dema amadekirinê de bi çeteyan teqiya.
Li gundekî Serêkaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan di dema amadekirinê de bi çeteyan teqiya.
Li gorî agahiyan li gundê Îhrasê yê bajarokê Menacirê yê Serêkaniyê, çeteyên rejîma Enqereyê dema ku wesayiteke bombebarkirî amade dikir, bi wan ve teqiya.
Tê gotin ku ji ber teqînê gelek çete mirine û birîndar bûne. Têkildarî teqînê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.