Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 7 şervanên xwe ku di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de şehîd bûn, ragihandin. YPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya gel re xwest.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê me ji dîrokê heya niha li hemberî her cure êriş û dagirkeriya dijmin a li hemberî şoreşa rojava û axa bakurê Suriyê, bi sekneke berxwedêr têkoşîn meşandiye. Êrişên ku hebûna gelê me dikin armanc, di sedsalên 20 û 21’an de gelê me li hemberî wan êrişan bi berxwedanekî hevpar bûye bersiv. Yek ji van berxwedanên dîrokî jî di sala 2016’an de Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, ya rizgarkirina bajarê Minbicê ji dagirkeriya DAIŞ’ê bû. Keç û xortên leheng ên Kurdistanê bi dilsoziya azadiyê ku xwe bexşandine gelê xwe, bi berxwedaneke mezin îspat kir ku dijminên dagirker tu carî nagihêjin armanca xwe. Ji lew re em nasnameyên 7 hevrêyên xwe ku di pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê de bi lehengî gihîştin asta şehadetê, ji gelê xwe û raya giştî re parve dikin.
Di şexsê 7 hevrêyên xwe de tevahî şehîdên leheng ên şoreşa Rojava bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Herdem Riha
Nav û Paşnav: Osman Kaya
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Sebrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / Tebax 2016
Nasnav: Nehîr Hîra
Nav û Paşnav: Mensûma Mehmûdî
Navê Dayikê: Zayîde
Navê Bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Xoy
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 20 Tebax 2016
Nasnav: Newroz Rodî
Nav û Paşnav: Hulya Şîşek
Navê Dayikê: Sûna
Navê Bav: Şerafettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 20 Tebax 2016
Nasnav: Nûman Karas
Nav û Paşnav: Mehmet Elî Yildiz
Navê Dayikê: Mahbûb
Navê Bav: Ramazan
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 18 Tebax 2016
Nasnav: Rûbar Amed
Nav û Paşnav: Mahîr Orûç
Navê Dayikê: Vîldan
Navê Bav: Pîresîr
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 23 Tebax 2016
Nasnav: Şahîn Rojdî
Nav û Paşnav: Heqî Daraman
Navê Dayikê: Hazîme
Navê Bav: Îsa
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 28 Tebax 2016
Nasnav: Şivan Cudî
Nav û Paşnav: Zeynel Pîşkîn
Navê Dayikê: Azîme
Navê Bav: Selîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic / 1 Tîrmeh 2016