Kongreya Star a Efrînê êrîşa li ser wargeha Mexmûrê şermezar kir

Kongreya Star a herêma Efrînê êrîşa li ser kampa Ş. Rustem Cudî (Mexmûr) şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî kir ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

Kongreya Star a herêma Efrînê li kampa Berxwedan a Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê û êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê şermezar kir.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hêvî Silêman û bi zimanê Erebî jî ji aliyê endama Kongreya Star a herêma Efrînê Naîle Mehmûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel vê serdema giran a ji ber vîrûsa koronayê, dewleta Tirk bela xwe ji gelê Kurd venake û bombardûmana dewleta Tirk a li ser wargeha Mexmûrê bi tundî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi hezaran sivîl li wargehê ne û hate gotin, "Ji ber êrişê 3 jin şehîd bûn û hejmarek ji sivîlan birîndar bûn. Ev êrîşên hovane li ser gelê sivîl ku bi darê zorê ji cih û warê xwe hatine koçberkirin, bêhtirî 25 sal in didome. Her wiha hikumeta PDK jî zêdeyî 9 meh in ambargo daniye ser kampê.

Ev êrîş jî rastî salvegera komkujiya Enfalê hatiye. Em careke din bi tundî şermezar dikin û bang li saziyên hiqûqnasan, mafên mirovan û rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û zorê li dewleta Tirk a dagirker bikin."