Li Idlibê di navbera birayên TC û El Nûsra de rageşî

Di dema dewriyeya hevbeş a di navbera artêşa Tirk û Rûsyayê ya li ser Rêya M4’ê de, di navbera hêzên Tirk û endamên El Nûsrayê de alozî derket. Li ser nakokiyên herdu aliyan dewriye pêk nehat.

Li gorî lihyevkirina di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê, di dema dewriyeya hevbeş a li ser Rêya M4’ê de di navbera leşkerên Tirk û El Nûsre- Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) de nakokî derket.

Li gorî agahiyên hatin girtin, berî dewriyeya hevpar a Rûsya û artêşa Tirk a li ser rêya (M4) Lazikiye-Helebê li nêzî bajarokê Neyrab gelek kes derketin ser rê û rê nedan ku dewriye biçe.

Li ser sewqkirina polîsan a ji aliyê dewleta Tirk ve, rageşî di demek kin de mezin bû, El Nûsra jî li pêşberî polîsên Tirk endamên xwe yên bi çek bi cih kir.

Li ser rageşiya derket dewriye pêk nehat. endamên El Nûsra bi doşkaya 23’ê û çekên giran gule bera hewa berdan.

Balkêş e ku dewleta Tirk polîsan sewqî herêmê dike, her wiha li aliyê din gotinên hinek endamên El Nûsra û dîsa gel ên weke ‘ Ev der ne Tirkiye ye, her kes jopê xwe nikare bihejîn’ ya ji bo polîsan kirin bal kişand.

Endamên HTŞ’ê û girseya kom bûbûn, rê girtin û rê nedan ku dewriye biçe, ji bo leşkerên Tirk bi gotinên; ‘Ji vir biçin, ev der axa me ye’ nerazîbûn nîşan dan.

Piştî şerê dijwar ê meha Sibatê li Idlibê dijwar bû şûnde di navbera Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokdewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn li Moskovayê agirbest hatibû îlankirin.

Pûtîn û Erdogan di mijara Idlibê de li ser van xalan li hev kiribû:

-Li tevahî xeta ku nakokiyên li Herêmên Kêmkirina Alozî ya li Idlibê wê hemû xebatên leşkerî 6’ê Adara 2020’ê saet 00:01’ê ve bê rawestandin.

-Li Bakurê rêya (M4) Heleb-Lazikiyê 6 kêlometre li başûrê wê bi kûrahiya 6 kêlometre wê korîdoreke ewlekariyê bê avakirin. Di nava 7 rojan de wê biryarên esas bên zelalkirin.

-Wê devriyeyên Rûs û Tirk 15’ê Adarê li ser rêya M4 ji devera Trûmba heta Eyn El Hawarê destpê bike.